Li Tûnisê Komxebata Jinên Afirînerên Ereb
Komxebata Jinên Afirînerên Ereb, ku ji aliyê jinên Tûnisê ve ji bo sê rojan ji 12 heta 14’ê Gulanê hat lidarxistin. Komxebat li ser mijara şikandina tabûyên ku jinan di warê afirêneriyê de sînordar dike rawestiya.
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis- Komxebata Jinên Afirînerên Ereb, ku ji aliyê jinên Tûnisê ve li bajarê peravê Sousse yê Tûnisê ve tê organîzekirin, vê hefteyê di rûniştina xwe ya 24’an de, bi diruşma "Sêyekiya Qedexe di Afirîneriya Jinên Ereb de", bi beşdariya Jinên Afirînerên Ereb ên ji Misir, Sûriye, Mexrib, Erebistana Siûdî, Urdun, Lubnan û Lîbya nîqaş kirin.
Di komxebatê giringî hat dayîna mijarên ku Jinên Afirînerên Ereb hîn zêdetir di mijarên afrineriya wêjeyî de û di heman demê de derfetek bû ji bo pevguhertina pisporî û ezmûnan di hemû warên afrîneriyê de, bi taybetî ya ku wan jê re digotin "Rizgarkirina afirîneriya jinê ji kontrola exlaqî û civakî û derbasbûna ji tiştên bêdeng.” Di warên cuda yên çandî de wek wêje, sînema, şano û hunera plastikan de nirxandinên giring hatin kirin.
Ajansa me komxebat şopand û bi komek ji afirîneran re axivî. Girîngiya vê komxebatê wekî yekemîn komxebat piştî pandemiya Covid-19 hat nirxandin.
Ji Jinên Afrênerên Erebê yên tevlî komxebatê bûyî, akademîsyen û çalakvana mafên mirovan a Tûnisî, Rafîqa El-Bahûrî got ku beşdarbûna wê di vê komxebatê de ji bo axaftina li ser sêyekiya qedexe ye û wê mijara xwe ya li ser bipeyîve hilbijartiye ku dê bi riya jîngeriya xwe ya ku navê wê "Ava Şor" lê kiriye biaxive. Rafîqa El-Bahûrî anî ziman ku jînenîgariya wê wateya wê ya mezin nîşan dide ku ji sê tabûyên ol, zayend û siyasetê derbas bûye û destnîşan kir ku ji ber ku ew çalakvana mafên mirovan û sendîkvan e, beşeke mezin a têkoşîna civakî û siyasî di vê jînenîgariyê de heye û wiha domand: “Jînenîgarî tijî helwêstên min û têkiliyên min ên bi kesên din re, beşdarbûn û çalakiyên min ên piralî yên ku min tê de ‘tabûya siyasetê’ derbas kiriye vedibêje. Ji ber ku bi dîtina zihniyeta baviksalariyê cihê jinê ne siyaset metbex e, ji ber wê jî li gorî ezmûna xwe ez beşdarî têkoşîna li dijî dîktatoriyê bûm û beşdarî hemû bûyerên şoreşê bûm.”
Rafîqa El-Bahûrî derbarê zehmetiyên ku di dema nivîsandina jîngeriya xwe de rast hatî û têkiliya wan bi tabûyan re jî wiha got: "Zehmetiyek hebû, ji ber ku gelek aliyên ku ez li ser wan bêdeng mam û min veşartibû, diviya bû ku ez formulek bibînim ku wan wergerînim ramanê. Ji bo vegotina wan diviyabû min peyvên guncaw bibijarta ji bo ku peyamê bigihînim, da ku wergir bi awayekî şaş jê fam neke. Pêwîst e jina xwenda û afirîner deriyê hêvî û hişyariyê veke û bi taybetî di warê civakî, aborî û derûnî de azadiya xwe bidest bixe."
Nivîskara Lîbyayî û parêzvana mafên mirovan Wefaa El-Boîsî jî taboyên civakiyên nahêle afrêneriya jinan pêşbikeve metirsîdar dît û wiha dom kir: "Ev koma ku ji zikê Birayên Misilman bi tevahî îdeolojiya xwe derketibû, piştre ji ber dorpêçkirina rejîmên Ereban ji hev belav bû û komên din jî çêbûn ku heta îro gihîştin DAIŞ’ê. Ev yek tê wê wateyê ku ev tevger li gorî rêzê ne û hebûna wan berdewam e heya ku bi tevahî ji holê ranebe metirsiya wan li ser civakê dewame. Ji ber ku em di bin navê jinên afirîner de ne, gelo rola wan di bidestxistina aştî û hişyariyê de çi ye? Berî her tiştî ji jinan tê xwestin ku piştî ku hin şert û merc bi cih anîn, bi eşkereyî beşdarî xebatan bibin. Divê her jin bi jinên ku di perwerdehiyê û rewşa civakî de kêm in re têkilî daynin. Ji ber ku di nav civakên me de ew yên pir in, pêwîstiya wan bi nivîskarên jin heye ku bi jinên mal û dayikên ku zarokên wan ên pir û nexwende hene re têkiliyê deynin."
Helbestvana Mexribî Leyla Nesîmî jî diyar kir ku rola jinên afirîner di belavkirina nirxên aştiyê de diyar dibe, ji ber ku xwedî giraniyeke mezin e ku divê ji raya giştî re bê ragihandin û berpirsiyariya wê heye ku daxwaza gelek mafan bike ji bo belavkirina ramana ronakbîrî, vekirina asoyên ramanê û çareserkirina arîşeyên çarenûsî yên ku ji bo jinên Ereb li ser bêdeng hatiye hiştin ku cesaret û şiyana îfadekirinê li gel wan tune.
Leyla Nesîmî got ku jinên Mexribî ji bo xwe ji kontrola exlaqî û civakî rizgar bikin û di warên çandî yên curbecur ên wekî edebiyat, şano, sînema û hunera plastîk de derbas bibin gelek dixebitin û da zanîn ku xebat ji bo pêşdebirin û başkirina rewşa jinan berdewam in.