Li Tûnisê kampanyaya “Gera bi ewle mafê min e” despê kir
Jinên Tûnisê ji bo di wesayîtên guhestinê de bi rehetî çun û hatinê bikin kampanye ya bi navê “Ger abi ewle mafê min e” da despêkirin.
Tûnis - Şirketa veguhastinê ya Tûnisê kampanyayek hişyariyê di bin dirûşmeya "gera bi ewle mafê mine" ji bo çareserkirina tundiya li ser jinan di wesayetên giştî de da despêkirin.
Kampanya ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê fînansekirin û bi piştgiriya sefareta fransayê ya li Tûnisê bi hevkariya Navenda Lêkolîn, Belgekirin û Agahdariyên li ser Jinan (CREDİF) yê despêkiriye wê heya nîvê meha Kanûnê berdewam bike.
Kampaniya bi daleqandina pankertan despêkir
Çalakiyên kampanyayê 16'ê Mijdarê di civîneke çapemeniyê de hatin ragihandin, bi daliqandina pankartên mezin li herêmên herî girîng yên herêmên Mezin ên Tûnisê û li rawestgehên metro û otobusan dest pê kir.
Wezareta Jinê ya Tûnisê hejmara 1899 a kesk ji bo jinên ku di wesayîtan de rastî tundiyê hatine xizmetên guhdarîkirin, şêwirmendî û rêberiyê belaş peyda bike, veqetandibû.
Komeleyên parastina mafên jinan
Tiştê balkêş ku rêjeya tundûtûjiyê ji dema pejirandina qedexeya tevgerê a berfireh li Tûnisê heft qat zêde bûye û gihîştiye asta tawankariyê, ku ev yek bû sedem ku komeleyên pispor di parastina mafên jinan de dest bi kampanyayên berfireh bikin ji bo rawestandina tundî û kuştinê. Her wih despêkirin kampanyayên li dijî destdirêjiya zayendî di wesayetên veguhestina giştî de.