Li Tûnisê jinan tundiya sîber nîqaş kir
Lêkolînek li ser mafan, diyar kir ku tundiya xwe dispêre zayenda civakî ku bi rêya taknolojiyê asan bûye, di qada dijîtal û fîzîkî de bûye pergalek girêdayî hev ku serwerî û cûdakatiyê ji nû ve hildiberîne.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis –Komeleya Girêdana Maf û Azadiyan, bi sernavê ‘Tundiya dijîtal û hedefgirtina siyasî ya jinên di qada giştî’ de, duh li Tûnisê civînek çapemeniyê li dar xist û xebatek derbarê bingehên mafan de nasand.
Xebat, nêzîkatiyek femînîst a berfireh ku tundiya dijîtal ku jinên di qada civakî de li Tûnisê her tim lê rast tên û dikin hedefa siyasî analîz dike, derdixe holê. Di vê çarçoveyê de, mijarên wek zayenda civakî, awayên nû yên tundiya dijîtal a di bingehê nêrîna siyasî de derdikeve holê dişopîne, belge dike, bandorên psîkolojîk, civakî û aborî li malbat û aktivîstan, makanîzmayên pişteveniyê û amûrên wek ewlehiya dijîtal hatin nirxandin. Her wiha jinan diyar kirin ku beşdariya jinan a siyasî, ji bo zagonê diparêze û reformên civakî pêşniyarên şênber pêşkêş dike.
Jin dibin hedefa tundiyê
Xebatê piştrast kir ku tundiya xwe dispêre bingeha zayendî ku ji aliyê teknolojiyê ve tê hêsankirin, êdî ne tenê diyardeyek îzole an tesadufî ye. Bûye pergalek bi hev ve girêdayî ya têkiliyên serdestî û cudakariyê hem li seranserî qadên dîjîtal û hem jî yên fîzîkî ji nû ve hildiberîne. Li wir formên zordariya siyasî û civakî zêde bûne. Ev tundî komek fireh a jinan dike hedef, ji çalakvan û siyasetmedaran bigre heta malbatên girtiyên siyasî, hedefgirtin ne tenê li ser bingeha zayendî ye, bi siyasî an malbatî re têkildar dibe, dijwartir dibe, jinan dike hedefên tevlihev ên tundiyê.
Ev xebat hewl dide ku mekanîzmayên hilberîna vê tundiyê di nav qadên dadwerî û dîjîtal de ji hev veqetîne. Her wiha bandorên psîkolojîk, malbatî, civakî, siyasî, bi taybetî vekişîna ji qada giştî, sansur û ji nû ve şekildana hebûna dîjîtal a bi baldarî, ku gefê li beşdariya jinan dixwe û hebûna siyasî û zagonî ya jinan kêm dike, ronî bike.
Şahidên ku di xebatê de cih girtin, berxwedana rojane û stratejiyên berxwedanê yên cihêreng ên wekî ji nû ve şekildana hebûna wan a dîjîtal bi baldarî an avakirina torên piştgiriyê yên nefermî destnîşan kirin. Lê belê, ev stratejî nikarin wekî cîgirê parastina sazûmanî ya bi bandor an jî ji bo pabendbûna hikûmetê ya ji bo pêkanîna sozên xwe di çarçoveya jiholêrakirina tundiya li dijî jinan di hemû awayên wê de werin hesibandin. Bersiv divê ji çareseriyên takekesî yên sînorkirî ber bi polîtîkayên berfireh ve biçe ku aliyê navberî yê tundiyê li ber çavan digirin û li ser bingeha hemahengiya qanûnî ne formên tundiyê bi teknolojiyê ve hatî hêsankirin bêyî ku azadiya fikrî têk bibe nas dike, bi vî rengî mafê jin û parêzvanên mafên jinan ji bo beşdariya siyasî ya bi ewle mîsoger dike.
‘Di qada dijîtalê de zextên dijî jinên aktivîst û tundiya pir alî’
Aktivîsta mafê mirovan a Komeleya Taqato Xofrane Rajhi, diyar kir ku xebat berhevkirina belgeyên jinên ku di qada giştî de çalak in û li zextên di qada sîberê de li ser jinên çalakvan, di çarçoveya siyasî ya heyî de diteyîse. Wê destnîşan kir ku lêkolîn li ser neh vegotinên rasterast ji jinên çalakvan ên xwedî ezmûna siyasî, yên di civaka sivîl de, jinên ku bi zorê hatine koçberkirin û jinên ji malbatên girtiyên siyasî, hatiye damezrandin.
Lêkolînê eşkere kir ku zêdetirî 13 şêweyên şîdeta sîber hatine destnîşankirin, di nav de tiştên ku Neteweyên Yekbûyî wekî "kampanyayên nûçeyên sexte" û "sûcdarkirina çalakvanan" pênase dike. Ev taktîka ku pir caran li dijî Raporrên Taybet ên NY têne bikaranîn, niha li Tunisê jî berbelav in. Lêkolînê destnîşan kir ku ev şîdeta dîjîtal bi şêweyên din ên şîdeta fîzîkî re, wekî şîdeta aborî ya rasterast û nerasterast û şîdeta civakî û siyasî, diqelişe û toreke tevlihev a şîdetê diafirîne ku çalakvanên jin pê re rû bi rû dimînin. Her wiha destnîşan kir ku qada dîjîtal ji ber gihîştina wê û berfirehiya wê bûye dirêjkirinek ji van pratîkan.
Xofrane Rajhi diyar kir ku lêkolînê hejmarek pêşniyar pêşkêşî rayedaran kirine, bi taybetî jî pêwîstiya aktîvkirina mekanîzmayên ku di Qanûna Hejmar 58 a 2017’an de hatine destnîşankirin, di nav de parastin, pêşîlêgirtin, piştgirî û tedbîrên bicîhanînê hene. Her wiha daxwaza avakirina yekîneyên serbixwe û pispor di nav Wezaretên Karên Hundir, Dad û Malbat û Karûbarên Jinan de kir da ku dozên şîdeta dîjîtal a li dijî jinan û komên marjînalîzekirî bişopînin.
Lêkolînê her wiha ji medyayê xwest ku kampanyayên medyayî yên neteweyî li dijî tundjiya sîber û ya li ser bingeha zayendî bidin destpêkirin da ku gotûbêjên civakî yên ku nefret û tundiyê normalîze dikin, biguherînin.
Divê qurbaniyên şîdeta sîber bên destekkirin
Çalakvana mafên mirovan û jinan Nayla Zaxlamî tekez kir ku şîdeta sîber bûye diyardeyek ku çalakvanên di warên sivîl, siyasî û mafên mirovan de hedef digire û bûye qadeke ji bo reşkirin, dûrxistin û çewisandinê. Ji ber vê yekê, erkê rêxistinên jinan û hikûmetê ye ku mijarê ji perspektîfek berxwedanê ve binirxînin. Mîna navendên rêberî û guhdarîkirinê yên ku ji bo qurbaniyên şîdeta devkî û fîzîkî hatine damezrandin, divê navendên rêberî û guhdarîkirinê ji bo qurbaniyên şîdeta sîber jî werin damezrandin, ji ber ku bandorên wê ji ekranê û hemû platformên medyayê wêdetir diçin da ku bandorê li başbûna psîkolojîk, derûnî û laşî ya qurbaniyan bikin.
Wê destnîşan kir ku pêwîst e soza piştgiriyê bidin qurbaniyên şîdeta sîber û guh bidin wan, ku ev yek ew tişt e ku Eniya Wekheviyê hewl dide li ser bixebite, nemaze ji bo hişyarkirina li ser vê şêweyê şîdetê, şikandina dîwarê bêdengiyê û tirsa ji ragihandinê û agahdarkirina qurbaniyan li ser hebûna peymanên navneteweyî û qanûnên herêmî ku divê werin nirxandin da ku sûcdar were darizandin.
Nayla Zaxlamî redkirina xwe ya Fermana 54 ku îdia dike welatiyan di qada dîjîtal de diparêze anî ziman. Nayla destnîşan kir ku ew çalakiyan sînordar dike û çalakvanan hedef digire û wiha got: “Ji ber ku ew tenê ji bo jiholêrakirina dijberên siyasî û muxalefetê hatiye. Em serî li Qanûna 58 a 2017’an didin, ne Fermana 54.”