Li Tûnisê jina ku rastî êrîşê hat li dadgehê tawanbar hat dîtin
Li Tûnisê di 28'ê sibata 2022'an de Meryem El-Lawatî li pêşiya kafeyekê ji aliyê mêrekî ve rastî tundiya fizîkî hat û çavên wê zerar dîtin. Tişta balkêş ew e ku Meryem li pêşiya dadgehê tewanbar hat dîtin.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Bûyera Meryem El-Lawatî ne ya yekem e û ne jî ya dawî ye, li welatekî jin rastî tundiyê tên, tevî hebûna qanûnî ku pêwîst e jinan ji tundiyê biparêze. Meryem El-lawatî li Tûnisê li pêşiya kafeyekê ji aliyê mêrekî ve rastî tundiyê hat. Piştî ku wesayîda wî li Meryem qelibî, mêrê ajokar lêborîn ji Meryem nexwest berovajî wê tundiya fizîkî li Meryem kir.
"Ez rastî tundiyê hatim û hatim tewanbarkirin"
Tekildarî heman mijarê Meryem El-Lewatî ji ajansa me re wiha got: "Zilamek bi hevjîna xwe re bû, bi awayekî hovane destdirêjî min kir û rûyê min birîndar kir. Min zirarê dît û ez rastî tundiyê hatim lê dadgehê min tewanbar dît. Ez li benda wê kêliyê bûm ku biryar der barê kesê ku heqaret û tundî li min kiriye de, bê dayîn û rastî derkeve holê lê min dît ku ez ketime cih tewanbar."
Meryem El-Lawatî bang li komeleyên jinan kir ku piştgirî û piştevaniya wê bikin da ku mafê xwe bi dest bixe. Her wiha da zanîn ku ew piştî êrîşa fizîkî ya wî kesê ya li pêşiya kafêyekê hatibo kirin gelek kes bibûn şahidê bûyerê lê tu kesê destwerdan nekir.
Li Tûnisê tundiya li ser jinan gelek zêde bûye
Rêjeya tundûtûjiya li dijî jinan li Tûnisê gihiştiye ji sedî 77’an jin vê yekê weke nîşaneyek hişyariyê dinirxînin ku divê sedemên wê bên çareserkirin. Her wiha qanûna bi hejmar 58 ku di sala 2017'an de derketiye, di wê demê de wekî şoreşek di warê parastina mafên jinan de hatibû nirxandin û jinan ne cîbicîkirina qanûnê û neanîna mekanîzmayên pêwîst ji bo pêkanîna qanûna parastina mafên jinan ji tundiyê rexne kirin.
Pispor sedemên zêdebûna tundiya li dijî jinan bi zêdebûna zexta derûnî ya di nav Tûnisiyan de bi xirabûna rewşa aborî, lawazbûna saziyan û nehêsankirina gihandina dadmendiyê ve girê didin.
Jinên Tunisî gazinan ji kêmbûna derfetên darayî yên yekîneyên ewlehiyê yên ku pêşwaziya mexdûrên tundûtûjiyê dikin ku ev yek dibe sedem qanûn tenê bi nav hebin û nekevin meriyetê. Ji bo vê qanûnê Wezareta Navxweyî zêdetirî 130'î tîmên pispor ên şopandina tawanên tundiya li dijî jinan ava kirine lê ji ber nebûna piştevaniya pêwîst ji aliyê hikûmeta welat ve karê tîman bi awayekî baş temam nabe.