Li Tûnisê bijîjk Eman Qassem Al-Nahilî hat xelat kirin
Wezareta Malbat, Jin û Zarokan a Tûnisê xelata lêkolîna zanistî ya herî baş a jinan a li ser têkoşîna li dijî vîrusa koronayê ku îsal mijara herî girîng bû, da bijîjk Eman Qassem El-Nahîlî.
Tûnis- Li Tûnisê bijîjk Eman Qassem Al-Nahilî di lêkolîna xwe de di bin sernavê "Di nexweşên ku Kovîd 19 bi wan re hat tesbîtkirine de, taybetmendiyên klînîkî, nîşaneyên destpêkê û pêşketina nîşaneyên neurolojîk” pêşketinên neurolojîk ên piştî enfeksiyona vîrusa coronayê bi klînîkî hat lêkolînkirin. Lêkolîn di kovarên zanistî yên navneteweyî yên pêbawer de jî hat weşandin.
Wezîra Jin, Malbat û Zarokan a Tûnisê Amal Moussa, xelata lêkolîna zanistî ya jinan a herî baş a 16 sal in tê dayîn, di merasîmeke ku duh hat lidarxistin de, diyar kir ku ji bo di warê zanistî de çirûskek e, diyarî bijîjk Eman Qasim El-Nahîlî kir.
Li ser 600 nexweşan xebat meşand
Bijîjk Eman Qasim El-Nehîlî ku îsal xelat girt, ligel tîma xwe, lêkolînên klînîkî li ser 600 nexweşan kiriye û bandora vîrusê li ser pergala bêhngirtin û berevaniyê û pergala tûreyan lêkolîn kirine. Di lêkolînan de hat ragihandin ku bandorên vîrusa Kovîd 19 di nav du rojên pêşîn de bi dermankirinê di nav hefteyekê de li nexweşan winda bûye.
Li Tûnisê 16 sal in ji bo piştgirî, teşwîqkirin û cesareta lêkolînerên jin xelat tên dayîn.