Li Tûnisê astengiyên li pêşiya mafên jinan
Tevî ku mafên zayendî û kurtaja ewle li Tûnisê bi awayekî yasayî tên parastin jî, Koma Tawhida Ben Cheikh da xuyakirin ku hişmendiya baviksalarî, kêmbûna agahdariyê ya li cem ciwanan û astengiyên erdnîgarî rê li ber gihîştina van xizmetan digirin.
Tûnis – Koma Tewhida Ben Cheikh, du roj beriya Roja Cîhanî ya Rêbazên Kontrolkirina Ducaniyê û Roja Navneteweyî ya Kurtajê ya Ewle, bi rojnamevanan re civînek çapemeniyê li dar xist û balkişand ser mafên zayendî û zêdebûnê ya li Tûnisê.
Herçend Madeya 43’emîn a Makezagona Tûnisê û yasayên herêmî bi awayekî eşkere van mafan misoger dikin jî, beşdarên civînê destnîşan kirin ku astengiyên civakî û reftarî rê li ber bikaranîna van mafan digrin. Hate diyar kirin ku ji ber hişmendiya baviksalarî ya di nava civakê de û meyla girêdana van mijaran bi mijarên olî re, rêziknameyên yasayî rastî zehmetiyan tên.
Beşdaran, balkişandin ser rola girîng a medyayê ya di warê dabînkirina agahdariya rast ji bo jinan de. Hate destnîşankirin ku çaryeka ciwanên li Tûnisê, der barê rêbazên kontrolkirina zayînê de xwedî agahiyên têrker nînin.
Li Tûnisê, xizmetên kurtajê yên ewle ji sala 1973’an û vir ve bi yasayî, bêpere û veşartî tê dayîn. Lêbelê, hate ragihandin ku jin û bi taybetî jinên li herêmên hundirîn ên welat dijîn, di gihîştina van xizmetan de rastî zehmetiyan tên.
‘Bikaranîna mafên hemwelatibûnê û gihîştina xizmetên civakî hêmaneke girîng e’
Seroka Koma Tawhida Ben Cheikh Hadîa Belhaj, diyar kir ku bernameyên tenduristiya zayendî û zêdebûnê stûneke bingehîn a pêşveçûna civakî û aborî ya Tûnisê ye û herwiha ji bo bikaranîna mafên hemwelatibûnê û gihîştina xizmetên civakî hêmaneke girîng e.
Hadîa Belhaj, bi bîr xist ku tevî şert û mercên aborî yên dijwar ên welat, budçeya tenduristiyê zêde bûye û da zanîn ku divê siyasetên civakî û tenduristiyê, gihîştina bi plankirina malbatê û xizmetên kurtajê yên ewle ji bo pêşeroja Tûnisê û ciwanên wê wekî hêmanên bingehîn û stratejîk bipejirînin.
Astengiyên li pêşiya gihîştina xizmetan
Koordînatora Koma Tawhida Ben Cheikh Hacer Ben Nasir, da zanîn ku Tûnis mafên yasayî yên girîng ên wekî gihîştina rêbazên kontrolkirina ducanî û kurtaja ewle dide jinan û diyar kir lê jin bi awayekî wekhev nagihîjin van xizmetguzariyan.
‘Ciwanên me der barê rêbazên kontrolkirina ducaniyê de bê agahî ne’
Hacer Ben Nasir, diyar kir bi taybetî jinên li deverên gundewar dijîn, ji bo gihîştina navendên tenduristiyê rastî zehmetiyan tên û dûrbûna zêde û lêçûnên veguhastinê rê li ber gihîştina van xizmetan digirin û wiha got: “Her wiha kêmbûna agahî û hişmendiyê jî astengiyeke mezin e. Li gorî lêkolînan zêdetirî ji sedî 50’î ciwanan der barê rêbazên kontrolkirina ducaniyê de ne xwedî agahiyên têrker in û di hinek rêbazan de ev rêje heta ji sedî 100’an bilind dibe. Beşekî mezin a ciwanên Tûnisê der barê kurtajê de jî agahiya wan nîne ku ev pêvajo li Tûnisê yasayî, bêpere û veşartî ye. Ji bilî kêmbûna agahiyan, fikir û nêzîkatiyê civakî jî dibin sedema astengkirina gihîştina van xizmetan.”
‘Xizmetên tenduristiya zayendî û zêdebûnê mafek bingehîn ê mirovan e’
Hacer Ben Nasir, da zanîn astengî ne tenê bi şert û mercên erdnîgarî û kêmbûna agahdariyê re sînordar in û destnîşan kir ku hinek xebatkarên tenduristiyê red dikin ku xizmetan bidin jinan. Hacer Ben Nasir, axaftina xwe wiha domand: “Ev rewş gihîştina jinan a xizmetan asteng dike. Xizmetên tenduristiya zayendî û zêdebûnê mafek bingehîn ê mirovan e. Gihîştina xizmetên kontrolkirina ducaniyê û kurtajê dibe alîkar ku jin mafên din ên wekî perwerde, kar û jiyanek bi rûmet û bêyî tundiyê bijîn.”
Hacer Ben Nasir, destnîşan kir ku biryargirtina jinan a der barê kontrolkirina ducaniyê û kurtajê de dihêle ku jin di diyarkirina demê ducaniyê û hejmara zarokên xwe de xwedî maf bin. Hacer Ben Nasir, diyar kir ku ev yek alîkariya jinan dike ku perwerdehiya xwe bidomînin, beşdarî hêza kar bibin û serxwebûna aborî bi dest bixin.
Hacer Ben Nasir, di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku mafên zayendî û zêdebûnê, stûnek bingehîn a serxwebûn, rûmet û ewlehiya derûnî û bedenî ya jinan e.