Li Tirkiyeyê zarokbûn
Gotina ‘sê zarok’ ku Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di her firsendê de tîne ziman çiqas rast e? Kê/kî guhdar dike? Rewşa zarokên li welat çi ye? Çiqas xwedî dibin? Çiqas bi tendurist in?

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Serokomarê AKP’î di her firsendê de daxuyaniya “herî kêm 3 zarokan” dide. AKP’a ku polîtîkayên xwe yên civakî li ser parastina malbatê bi şêwe dike, hema bibêje "3 zarok" kiriye şert.
Ev xwesteka bêsînor a Tayyîp Erdogan ku çend berê û piştre bi gotina "Zarokek îflas e, 2 zarok îflas e, 3 zarok li cihê xwe jimartibe" di rastiyê de îşaret 4 zarokan dike, di bernameya serokomariyê ya 2022’an de jî xuya bibû. Di bernameyê de bi taybetî ji bo zêdekirin û berdewamiya zewacan berfirehkirina "perwerdeyên teşwîqê kiriye" hat pêşbînîkirin. Di heman demê de bernameya ku çend roj berê hat eşkerekirin der barê kesên ji stargehan sûd digrin de jî agahiyan cih girt. Li gorî vê di sala 2020’an de 35 hezar û 331 jin, 20 hezar û 551 zarok, bi giştî 55 hezar û 882 jin û zarok di stargehan de man. Di sala 2021’ê de hejmara jin û zarokên ku di stargehan de bi cih bûne derket 87 hezar û 595’an. Di neh mehên destpêkê yên sala 2022’an de hejmara jin û zarokên ku li stargehan dimînin bûye 53 hezar û 374. Di sala 2020'an de hejmara giştî ya jin û zarokên li ku stargehan dimînin 55 hezar û 882 bû, di sala 2021'ê de ev hejmar gihişt 87 hezar û 595’an û ji sedî 56,74 zêde bû. Ev hejmar bi awaye wêneyekî "şanaziyê" hat parvekirin, di mijara pêşeroja jinên rastî tundiyê tên û zarokên ku bûne şahidê vê tundiyê hê gavên şênber nehatin avêtin. Di ser de jî bi betalkirina Peymana Stenbolê re neparastina jin û zarokan hat rewşeke hin zelaltir.
Zewac kêm bû, hevberdan zêde bû
Beriya her tiştî her çiqas "bernameyên teşwîqkirina zewacê" hatin ragihandin jî li Tirkiyeyê rêjeya zewacê dadikeve; rêjeyên hevberdanê jî her diçe zêde dibin. Di sala 2021’ê de 562 hezar kes zewicîne. Ji bilî vê 174 hezar hevberdan jî hatin qeydkirin. Di nava 20 salên dawî yên çarçoveya salên 2001-2021'ê de "leza zewaca qeba” ya ku îfadeya hejmara zewacê ya dikeve serê ji hezar nifûsê ji sedî 20 kêm bû, "leza hevberdana qeba" jî ji sedî 47 zêde bû. Di nav sedemên hevberdanê de, zehmetiyên aborî xwedî cihekî girîng in. Li milê din hema bibêje piraniya jinan ji ber rastî tundiyê tên biryara hevberdan girtin. Ciwanên ku gotina “Di zewacê de keramet heye” li paş xwe dihêlin, ruxmê ewqas “polîtîkayan” ji ber xizanî, bêkarî, bi kurtasî ji pirsgirêka debarê naxwazin bizewicin.
Rêjeya welidîna bi sezaryanê zêde bû
Li Tirkiyeyê astengkirina welidîna sezaryanê jî weke parçeyek ji polîtîkayên nifûsê tê bikaranîn. Welidîna bi sezaryanê li pêşiya dubare welidîna jinan astengiyek e. Gotinên bi salan li ser vê mijarê tên gotin, ne gelek bikêrhatî ne. Lêkolînan nîşan dan ku li seranserê welat rêjeya welidîna bi sezaryanê ji sedî 53 zêde bûye. Ruxmê ku kedkarên tenduristiyê der barê vê yekê de dibêjin kuji bo jin û zarokan welidîna normal zêdetir bi tendurist e jî di vê mijarê de helwesta hikûmetê wek zext tê îfadekirin. Ji aliyê din ve, li gorî xebata anketa sala 2018'an a ku ji aliyê Saziya Îstatîstîkên Ewropayê ve ji bo dayîna agahiyên îstatîstîkî yên ji Yekitiya Ewropayê re hat meşandin, Tirkiye di rêjeya leza mirina zarokên ku ji dayik dibûn de di nava 27 welatên endamên YE'yê û 7 welatên namzed de, piştî Kosovayê bi rêjeya mirinê ya ji hezarî 9,3 di rêza 2'emîn de cih digre. Ji sedî 44’ê mirina pitikan a li erdnîgariya YE’yê tê jiyîn, li Tirkiyeyê pêk hat. Piranîya mirina pitikan, li Tirkiyeyê ku xizanî di asta herî tund de tê jiyîn, dikaribû pêşî lê bihata girtin.
'Rewşa zarokan xeter e’
Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan gelek caran li pey peyva "jin" "zarok" jî lê zêde dike lê çawa zarok çi ye? Konseya Ewropayê herî dawî der barê zarokan de daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê xizaniya zarokan metirsî ye. Li gorî rapora ku di Adara 2022’an de hat amadekirin, li hemû cîhanê xizaniya zarokan zêde bû lê divê li Tirkiyeyê cuda bê mêzekirin lewre rapor bi taybetî balê dikşîne ser wê. Li gorî Rêxistina Hevkarî û Pêşketinê ya Aborî (OECD) di mijara xizaniya zarokan de rêjeya welatan 12,8 e. Li Tirkiyeyê ev rêje li ser ji sedî 20 e.
Zarok di nava xizaniyê de dixebitin
Di rapora bi navê “Li Tirkiyeyê Xizaniya Zarokan” a Tora Xizanî ya Kûr (DYA) ya di Îlona 2021’ê de, jixwe tabloya ku zarok dijîn radixe ber çavan. Li gorî raporê ku bi hevdîtina 103 malên Stenbolê dijîn dahata wan bi rêkûpêk nîn e û di karên rojane û bê ewle de dixebitin hatiye amadekirin de, ji sedî 13 di van malan de zarok dixebitin û derket holê ku ji sedî 6’ê van tenê zarok ji bo debara malê dixebitin. Zarokên ku di bin xizaniyeke kûr de dijîn, di şert û mercên giran ên wekî xurdefiroşî, karê tekstîlê û xebatkariya kaxizên avêtî de dixebitin/tên xebitandin. Zarok bêyî piştgiriya tibî ya pêwîst jî dijîn. Li gorî raporê, ji sedî 85’ê malbatên ku bi wan re hevdîtin hat kirin nagihijîn xwarîna têrkêr, ji sedî 74’ê wan di kirîna şîr û paçê zarokan de zehmetî dijîn û ji sedî 21’ê wan gihandina paç û şîrê zarokan ne mijara gotine ye. Malbat neçar dibînin zarokên xwe yên 0-3 salî bi xwarinên ne têrkêr ên wekî şorbeya amede, ava bi şekir, lepeya birinc xwedî bikin. Rapora " Bi Îstatîstîkan Zarok 2021" ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ya 20’ê Nîsana 2022’an jî der barê rewşa zarokan de agahî dide. Di rapora li gorî gruba zayend û temenan, hejmar û rêjaya zarokên xizan cih digre de, ji sala 2020’an ve hejmara zarokên xizan 7 milyon û 378 hezar hat diyar kirin. Ji bo sala 2020’an ev rêje ji sedî 32,1’ê li beranber tê.
Ji ber xizaniyê zarok baş nayên xwedîkirin
Li gorî Nexşeya Birçîbûnê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Tirkiyeyê zêdeyî 3 mîlyon zarok bi têrî xwedî nabin. 50 milyon hemwelatiyên ku bi qeyrana aborî û buhabûna jiyanê re têdikoşin jî di sînorê birçîbûnê de ne. Li Tirkiyeyê ji sedî 1,7’ê zarokên di bin 5 saliyê de, ango bi qasî 1 milyon zarok, kêm xwedîbûna akût dijî. Ango wateya vê ev e: Zarok birçî dirazên; birçî dirabin. Zarok pêşnakevin û xwedîbûna netêrkêr ya kronîk dijîn. Li gorî rapora ku di Kovara Bijîşkên Malbatê ya Tirkiyeyê de hat weşandin jî, ji her çar zarokan yek kîloyan wê/wî pir kêm e. Xetereyek din a ku di zarokan de tê dîtin jî nexweşiya dil a potansiyel e. Di xebatê de tê balkişandin ku ji sedî 85’ê zarokên keç û ji sedî 68’ê zarokên kur jî kêmxwînî re têdikoşin.