Li Tirkiyeyê sûcên zayendî yê li hember zarokan zêde dibe
Rapora Komeleya Têkoşîna li dijî Îstîsmara Zarokan û Îhmalkirinê, nîşan dide ku li Tirkiyeyê sûcên cinsî yên li dijî zarokan zêde dibin, bûyerên ensestê veşartî dimînin û hawîrdora malbatê faktora herî mezin a rîskê ye.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Têkoşîna li dijî Îstîsmara Zarokan û Îhmalkirina Wan "Rapora Dozên Îstîsmara Cinsî ya Navmalî (Incest) li Tirkiyeyê: Rewşa Niha, Bandorên Psîkolojîk û Berawirdkirinên Hiqûqî yên Navneteweyî" weşand. Her çend rapor li gorî daneyên fermî zêdebûna sûcên cinsî yên li dijî zarokan eşkere dike jî, ew tekez dike ku dozên ensestê bi piranî veşartî dimînin û tabûyên civakî nahêlin ku pirsgirêk were dîtin.
Li gorî raporê, di salên dawî de di sûcên destdirêjiyê li hember zarokan de zêdebûn heye:
“*Di 2014’an de hejmara zarokên ku rastî destdirêjiyê hatine 11 hezar û 95 bû, di sala 2017’an de giha 18 hezar û 623’an.
*Hejmara zarokên anîne yekîneyên ewlehiyê di sala 2021’an de 499 hezar û 319 bû, di sala 2022’an de ji sedî 20,5 zêde bû û giha 601 hezar û 754’an.
*Li gorî daneyên Wezareta Edaletê, di sala 2021’an de ji ber sûcê destdirêjiya zarokan biryara mehkumyeta 16 hezar û 171’an dane.”
Di dewama raporê de hate diyar kirin ku bûyerên destdirêjiya ensest di astek mezin de veşartî hatine hiştin. Di raporê de hate destnîşan kirin ku tenê ji çaran yekê têkiliyên ensest derketine holê. Da zanîn ku zarok dibin xeteriyê de ne. Li gorî daneyên Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) ji sedî 85’ê yên rastî destdirêjiyê tên zarokên keç in. Daneyên TUÎK van daneyan piştrast dikin. Ji sedî 87-88 zarokên keç, ji sedî 12-13 zarokên kur in. Di aliyê temen de xeteriya herî mezin di navbera 15-17 salan de ne. Lê belê hejmarek zêde zarokên di navbera 0-11 û 12-14 salî de jî hene.
Li gorî raporê ji sedî 64-66’ê zarokan li gel dayîk, bav û xwîşk û birayên xwe di heman malê de dijîn. Ji sedî 9’ê kiryaran jî hate tesbîtkirin ku di heman malê dene. Ev nîşane îşaret bi wê yekê dike di aliyê destdirêjiyê de malbat faktora herî xetere, zarokên ku rastî destdirêjiya di nava malê de hati hestê sûcdarî û şermê dijîn, piştî travma xirabûna stresê û heta ku ber bi sûcên giran û întiharê ve diçin. Di raporê de hate diyar kirin ku ev travme ne tenê di zarokan de, di kesên gihayî de jî bandorên giran dihêle.
Berawirdkirina Tirkiye û cîhanê
“*Li gorî Rêxistina Tenduristiya Dinyayê, li gelemperî dinyayê nêzî 1 milyar zarok rastî destdirêjiyê tên.
*Li gorî Konseya Ewropa, ji her 5 zarokan 1 jê destdirêjiyê dijî.
* Li gorî DYA jî ji her 4 zarokên keç 1 jê, ji her 13 zarokên kur 1 jê rastî destdirêjiyê tên.”
Di dewama raporê de ev tişt hate gotin: “Madeya 103 ya Qanûna Ceza a Tirk (TCK) di sûcên destdirêjiya li dijî zarokan de, cezayê girtîgehê ji 8 heta 15 salan heye. Dema kiryar ji malbatê be ev rêje di rêjeya nîv de zêde dibe. Lê belê li Tirkiyeyê di nava kesên gihayî de ‘ensest’ ku xwe dispêre rizayê wek sûc nayê dîtin. Ev nêzîkatî cûdabûna ji welatên wek Îngiltere û Norveç û ku her cûrê ensest wek sûc dibîne ye.”
Pêşniyarên derketin pêş wiha ye:
“*Derbarê zarok, dayîk û bavan de kampanyayên hişyariyê,
*Xetên alîkariyê ku hê zêdetir xwe bigihînin û qadên bi ewle,
*Mekanîzmayên desteka derûnî ya demdirêj,
*Belavbûna Navendên Şopandina Zarokan (ÇÎM) û bi hêzkirina wan,
*Mekanîzmayên hê berfirehtir û kombûnê,
*Hê zêdetir veberhênanên rehabîlîtasyon û pêşîlêgirtinê.”