Li Tirkiyeyê şewata daristanan

Şewata daristanan ku li bajarên Çanakkale, Îzmîr, Uşak û Denîzlî yên Tirkiyeyê derketibû bi temamî nehatiye kontrolkirin. Bi armanca tedbîrê cihên bicihbûne hatin valakirin.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê şewata daristanan ku li bajarên Çanakkale, Îzmîr, Uşak û Denîzliyê derketin, tevî mudaxeleyan jî berdewam dikin.

Li qada daristan û eraziyê çandiniyê ya nêzî gundê Kumkoy ê girdayî navçeya Ecezbata Çanakkaleyê duh di saet li derdora 16:05’an de şewata ku derket nêzî 14 saetan e bênavber berdewam dike. Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta daristan û çandiniyê de hat dayîn de, hat gotin ku ji ber bayê dijwar şewatê kontrol nekirine îro jî ji hewa û bejahî ve hewl didin vemirînin.

Bi temamî nehat kontrolkirin

Wezîrê daristan û çandiniyê Îbrahîm Yumakli roja Sêşemê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal di daxuyaniyê de, diyar kir ku şewata ji ber piruzê derket, belavî daristanê bûye. Di daxuyaniya wezîr a saetên vê sibehê dayî de diyar kir ku nêzî 575 qadên hektarê ziyan dîtine û got: “Qadek tenê bi pirsgirêk maye, belavbûna şewatê hat rawestandin, enerjiya wa kêm bû, em nikarin bibêjin bi temamî hatiye kontrolkirin.”

Li Dîkîliyê şewata daristanan: Cîwar hatin valakirin

Şewata ku heta niha nehat zanîn li qada giya ya li taxa Çandarli ya girêdayî navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê derket, belavî derdora taxa Denîzkoy bû. Şewata ku li qada giya ya nêzî sîteya Bimeyko dest pê kir, ji ber bandora bayê nêzî cihên cîwar bû, sîteyên li herêmê bi armanca tedbîrê hatin valakirin. 

Qeymeqamê Dîkîliyê Alî Edîp Budan der barê şewatê de daxuyanî da û got: “Ji deryayê bayê dijwar tê. Li dora taxa Çandarli û Denîzkoy niha jî şewat berdewam dike. Qad berfireh e û belav dibe. Tîmên me hewl didin şewatê kontrol bikin.”

Li 42 cihan şewatên daristanan

Wezaretê di daxuyaniya duh dabû de diyar kir ku li giştî welat, li 42 deran şewatên daristanan derketine, bajarên ku ji şewatê bi bandor bûne, Burdur, Çanakkale, Sakarya, Manîsa û Uşak in û wiha got: “22 ji van şewatên daristanan di nava daristanan de, 20 jî ji derveyî daristanan derketine. 5 şewat jî yên ku metirsiya wan zêde ye derketine.”