Li Tirkiyeyê di meha Îlonê de herî kêm 27 jin û 6 zarok hatin kuştin
Li gorî rapora meha Îlonê ya ajansa JINNEWS'ê ya li ser tundiyê, herî kêm 27 jin û 6 zarok hatine kuştin, 10 jin û 6 zarok jî di bin şert û mercên gumanbar de mirine.
Navenda Nûçeyan – Rapora ku ji hêla JINNEWS'ê ve hatiye amadekirin, nîşan dide ku herî kêm 27 jin û 6 zarok hatine kuştin, di heman demê de 10 jin û 6 zarok di bin şert û mercên gumanbar de mirine.
Kuştina Narîn Sûer û Ayşegûl Coşkun ji aliyê wan mêrên ku biryara qedexeyê (dûrxistinê) li dijî wan hebû ve, nîşan dide ku ev biryar ji bo parastina jiyana jinan nayên bicihanîn. Mirinên gumanbar bi giranî ji ber ketina ji bilindahiyê, mirinên li malê yan jî li cihê kar û dîtina cenazeyan di nav avê de pêk hatine.
Sûcdar kesê herî nêzî qurbaniyê bû
12 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 3 ji aliyê mêrên ku ew ji wan vediqetiyan, 4 ji aliyê hevjînên xwe yên berê, 1 ji aliyê mêrekî ku berê pê re di têkiliyê de bûn, 1 ji aliyê endamekî malbatê ve, 1 ji aliyê zavayê wê ve, 1 ji aliyê hevjînê xwişka wê ve û 1 ji aliyê kirêdarê xwe ve hatine kuştin. Têkiliya di navbera 3 jinan û kiryaran de ne diyar e.