Li Tirkiyeyê di budçeya 2023’an de jî jin tune ne!

Li Tirkiyeyê di nîqaşên budçeya 2023’an de dîsa jin nehatin dîtin. Baş e, wek şênber ev tê çi wateyê? Budçeya ku zayendiya civakî diparêze çi ye? Mînakên vê yên cîhanê hene? Bersivên pirsan di nûçeya me de ne.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê wekî her sal budçeya sala 2023’an jî li aliyê jinan nebû. Ger em divê tişta herî dawî bibêjin, destpêke bibêjin budçeya 2023’an; di mijara îstîhdam, mafên darayî yên wekî ji dahata neteweyî par girtin û ji mafên din sûd wergirtin ji jin re gelek dûr e. Butçeya ku ne teê ji bacên ji mêran tên girtin ji jinên ku nîvî nufûsê ne tê girtin hatiye avakirin; di tu warî de di lehiya jinan de nîn e. Diviyabû ku ji şîdetê bigre heta cudakariya zayendî, têkoşîna bi cucakariya zayendî, ji parastinê heta îstîhdamê, di gelek waran de gav bihatana avêtin. Lê dîsa pirsgirêk bi halê xwe man. Hikumeta AKP-MHP’ê ku her car jinan ji nedîtîve tê bi vê yekê nîşan da ku gotinên wan ên “wekhevî” fromalîte ne.

Ji bo her jinek 25 TL

AKP'ê di budçeya 2023'an de ji "budçeya ji zayendiya civakî re hestyar e" helwestek dur girt û dîsa jinan tenê di nava "malbatê" de pênase kir. Di teklîfa budçeyê ya ku bi îdiaya "Sedsala Tirkiyeyê" hat dihîstin de, teklîfa budçeya sala 2023'an a Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî 149 milyar 868 mîlyon TL bû. Di nava vê budçeyê de tê pêşbînîkirin ku ji bo “bihêzkirina jinan” tenê 2 milyar 86 milyon TL were veqetandin. Ev tê wateya ku ji bo her jinek tenê 25 TL ye. Budçeya ku ji bo parastin û xurtkirina malbatê hat veqetandin jî wek 3 milyar 781 milyon TL hat eşkerekirin. Tê payîn ku li Tirkiyeyê budçeya Wezareta Parastina Neteweyî jî îsal derdikive 468 milyar TL. Budçeya ku ji bo parastin û ewlehiyê hatiye plankirin 266 milyar û 480 milyon û 483 hezar TL ye. Ev reqeman jî tê wê wateyê ku budçeya ku ji bo şer tê cudakirin 128 qat ji butçeya ku ji jinan re tê cudakirin zêde ye. Budçeya zayendiya civakî çavderî dike çi ye? Li Tirkiyeyê girtina budçeyê ya vê rejêyê tê çi wateyê? Raporan ji bo Tirkiyê çi dibêjin? Welatên cîhanê budçeya xwe çawa plan dikin? Me di nûçeyên xwe de, li ser çend sernavan li budçeyê binêrin.

Hedefa malên stargeh hat daxistin

Li Tirkiyeyê hema bêje her roj 3 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Tundiya li dijî jinan jî li kolanan li ber çavên hemû kesan tê jiyîn. Tevî ku rewş wiha ye jî mînak mijara parastina jinan û malên stargeh, di nîqaşên budçeyê de careke din derdikeve pêşberê me. Tevî zêdebûna tundiyê jî em dibînin ku hedefa Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya malên stargeh ya jinan jî kêm bûye. Li Tirkiyeyê Kapasîteya giştî ya stargehan 3 hezar û 624 e. Hedefa ku wezaretê di sala 2021’ê de danîbû pêşiya xwe 155 bû lê niha li welat 149 malên stargeh hene. Di sala 2022’an de hedef dadikeve 152’an. Ji bo 2023’an jî 159 e lê ev ê çawa were kirin mijara meraqê ye.

Jin bêkar û xizan in

Di mijara îstîhdama jinan de jî daneyên heyî qet baş nîn in. Li Tirkiyeyê ku di îstîhdama jinan de di nava welatên di Rêxistina Pêşketina Aborî û Hevkariyê (OECD) de di rêza dawîn de cih digre, li gorî daneyên Gulana 2022’an rêjeya jinên ku di sektora kamûyê de hatine îstîhdamkirin sedî 18 daket. Di sala 2020’an de ev rêje ji sedî 29 bû. Li gorî daneyên TUÎK'ê yên di 4'ê Adara 2022'an de hatin weşandin, hat dîtin ku rêjeya îstîhdama jinan ji nîvî yê mêran kêmtir e. Li gorî TUÎK’ê bêkariya jinan jî di salekê de 129 hezar zêde bû. Ji sedî 93’ê lênêrîna ferdên malbatê ku hewcedarê lênêrînê û lênêrîna zarok dikin, ji sedî 93,73’ê yên lênêrîna kesên astengdar, nexweş û kal û pîr jin in. Li Tirkiyeyê ji sedî 65’ê xwedî mafê alikariya civakî ya rêkûpêk jin pêk tînin. Ev dane jî nîşan nade ku lêçûn ji bo jinan tê kirin lê rewşa xizaniyê ya aliyê jinan kurte dike.

AKP xwe kor û ker dike

Di aliyê zarokan de jî rewş ne cuda ye. Budçeya sala 2023 ya ji bo zarokan nehatiye veqetandin wek 10 milyar û 944 milyon û 911 hezar TL hatiye diyarkirin. Bi kûrbûna xizaniyê re, zêdebûna hejmara zarokên ku pêwîstiya wan bi parastinê heye, eşkere ye. Tê dîtin ku îsal jî daxwazên jinan ên lêgerîna roj û kreşan hatine seknandin. Her wiha li gorî daneyên TUÎK’ê di sala 2021’ê de hejmara sûcên êrîşa zayendî yên li dijî zarokan ku bi hejmara 29822’an rekora 8 salên dawî şikandiye û tevî zewacên di temanê zarok de jî li Ewropayê di reza yekemîn de, AKP ji bo van daneyan jî kor û ker e. Tê texmînkirin ku li welat 2 milyon zarok tên xebitandin, dixebitin. Têkoşîna der barê xebitandina zarokan de îsal jî xeyal tê dîtin.

Li cîhanê rewşa çawa ye?

Yekem xebata der barê analîzakirina bi çavderîkirina budceya zayendiya civakî tê naskirin, di sala 1994’an de li Avusturalya hat kirin. Di vê mijarê de yekemîn pêkhatin jî di sala 1995’an de li Afrîkaya Başûr komîsyona têkel ku ji aliyê komek parêzvanên mafên jinan, rêxistinên sivîl û parlamenteran ve hat avakirin bû. Piştre li Uganda, Tanzanya, Îsvîçre û Brîtanyayê jî pêkhatinên mîna hev hatin pêşxistim. Îro li cîhanê zêdetirî 60 welatan, pêkhateyên ji bo budçeya zayendiya civakî çavderî dike çalakî nîşan didin hene. Norwêc welatê ku herî zêde wekheviya zayendiya civakî derbasê jiyanê kiriye ye. Tirkiye jî di nava 36 welatan de di rêza 35’an de cih digre. Werin em bi hevra welatên ku hewl didin bi çavderîkirina wekheviya zayendiya civakî budçeyên xwe diafirînin mêze bikin:

Awustralya

Avusturalya yekem welat e ku di budçeya hukûmetê de verastkirinên gorî zayendî re cih dide ye. Di vê mijarê de yekemîn xebata pîlot ya li welat di çarçoveya Bernameya Budçeyê ya Jinan ya di sala 1984 de t3e dest pê kirin. Bi taybetî di mijara nîşandana li ser cudakariya erênî ya li dijî jinan, di dabînkirina îstîhdamê de wekhevî, ji mekanîzmayên biryargirtinê re tevlîbûna jinan û di budçekirinê de hesasiyeta zayendî de xebar tên meşandin û jin tên piştgirî kirin.

Îngîltere 

Li Îngîlterê ji aliyê Koma Jinan ya Budçeyê, projeyên ji nêzîkatiya budceya hestyar a zayendî tên meşandin. Wek komeke serbixwe ya ji çalakvanên Koma Jinan ya Budçeya pêkte, têmmeşandin û pir aktîf e. Kom, bi taybetî li welat balê dikişîne li ser daxistinên bacê û kêmkirina bêkariyê.

Fransa

Li Fransayê hikûmet li kêleka budçeya dewletê budçeyeke hestyariya zayendî jî amede dike. Di vî warî de li parlamentoyê rapor tên amadekirin û di heman demê de çawaniya bikaranîna destura diravdayîne jî tê kontrolkirin. Tê armanc kirin ku lêçûnên kamûyê ên ji bo mafên jinan û wekheviya zayendî tên bikaranîn, bi bandor bênbikar bînin. Li welat bi taybetî pêşanî ji bo piştgirîdayîna jinên peyaner tê dayîn.

Ruanda

Li welat di sala 1999’an de Wezareta Pêşketina Zayendî û Jinê (Ministry of Gender and Women in Development) hatiye avakirin. Bi vê saziyê re wekheviya jin û mêr tê armanckirin, di hema demê de jî di polîtîkayên pêşketina dewletê de di warê bala xwe dayîna wekheviyan de berpirsyartî hatiye dayîn. Wezaret hewildanên budçekirina hestyariya zayendî dimeşîne.

Awûsturya

Di sala 2001'ê de Koma Jin û Budçeyê hatiye avakirin. Komên budçeyan de der barê her wezaretê de projeyên budçekirina hestyariya zayendiya civakî amede dike.

Hollanda

Ji sala 1985’an ve hikûmeta Hollandayê, girîngiyê dide mafên jinan û wekheviya zayendî. Di heyamên pêşveçûne de, ji rastiya budce li gorî zayendan wekhev nayê dabeşkirin re, bi rayeya ku parlementoyê ji hikûmetê daye re giranî dide xebatên butçekirina hestyariya zayendiya civakî.

Meksîka

Li welat bi armanca parastina mafên jinan rêxistineke jinan a bi navê Foro heye. Lijneyek taybet têkildarî xebatên bûdçekirine dixebite. Komîte, xisûra rêlibergirtina xizaniya jinan û veguhestina ji sedi 50 bûdçeyê ya ji jinan re wek felsefeya bingehîn dibîne.

Budçeya ku zayendiya civakî diparêze çi ye?

Budçeya ku zayendiya civakî diparêze, pêşiyên hikûmetê yên ku di budçeyê de derdixe holê û wan pêşanî jin û mêran, ji bilî vê hin komên jin û mêran çawa bandor dike lêkolîn dike. Lênêrîna zarokan, stargeh, mûçeya asgerî û bac, mijarên krîtîk ên têkildarî zayendiya civakî yên; çavkaniyên wan mijaran rasterast bi budceyê tê diyar kirin.

Armanca budçeya zayendiya civakî ew e ku budçeyan bi awayekî wekheviya zayendiya civakî misoger bike.