“Li Tirkiyê piştî betalkirina peymana Stenbolê 259 jin hatin qetilkirin”

Platforma "Em ê Qetilkirina Jinan Bidin Sekinandin" ku yek ji mezintirîn komeleyên parastina jinan a li Tirkiyê ye, diyar kir ku piştî xwe kişandina ji Peymana Stenbolê li Tirkiyê bûyerên kuştina jinan zêde bûne.

Navenda Nûçeyan – Li gor daxûyaniya platforma "Em ê Qetilkirina Jinan Bidin Sekinandin" ji dema derketina Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê heta niha 259 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 239 jinên din jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane.

Di meha Hezîranê de 31 jin hatiye qetilkirin!

Platforma ku her meh îstatîstîkên tundiya nav malê diweşîne, eşkere kir ku di meha Hezîranê de 31 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 22 jin jî di nava şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Platformê got ku di 5 cînayetan de zarok tevî dayikên xwe hatine qetilkirin.