Li Tirkiyeyê di meha Tîrmehê de jin û zarok jî di nav de 214 karker di cinayetên kar de mirin e

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) “Rapora Cinayetên Kar” a meha Tîrmehê weşand û da zanîn ku 214 karker – ku di nava wan de 11 jin û 12 zarok jî hebûne – di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar li Tirkiyeyê (ÎSÎG), “Rapora Cinayetên Kar” a Tîrmeha 2026’an eşkere kir.

Li gorî rapora ÎSÎG’ê, di cînayetên kar de herî kêm 214 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Raporê diyar kir ku di 7 mehên sala 2026’an de, herî kêm hezar û 279 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Ji 214 karkeran 11 jê jin, 203 jê jî mêr in. Her wiha li gorî raporê, 12 karkerên zarok, 14 koçber jî di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku 73 karker di qada pîşesaziyê de, 60 karker di xebatên avahîsaziyê de, 45 karker di dema cotkariyê de û 36 karker jî di bazara xizmetê de jiyana xwe ji dest dane.

Di qezayên trafîkê de 40 karker, 38 bi pelçiqandinê, 31 karker ji ber ketina ji bilindahiyê, 25 karker bi sedema krîza dil, 15 karker bi sedema girtina cereyanê, 15 karker bi sedema tundiyê, 11 karker bi sedema şewat û teqînê, 11 karker bi jehrîbûnê, 6 karker bi sedema amûr ketine ser wan, 3 karker ji ber xwekuştinê, karkerek bi sedema birîn û jêbûna berçeyên bedenê û 18 karkeran jî ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dan.