Li Tirkiyê di meha Gulanê de 40 jin hatin qetilkirin

Li gora rapora KCDP, di meha Gulanê de 40 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 22 mirinên jinan weke bi guman kete qeydan.

Navenda Nûçeyan – Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên meha Gulanê yên tundîtûjiya beramberî jinan aşkere kir.

Li gora raporê di meha Gulanê de 40 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 22 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

Jin cardin ji ber dixwazin derbarê jiyana xwe de biryar bigrin di hedafa tundîtûjiyê de di mirin û yan jî tê kuştin.

Jin li malên xwe tên qetilkirin

Ji 40 jinên ku hatin qetilkirin, 12 jê ji aliyê mêrê pê re zewicî, 8 ji aliyê mê rê nas dikin, 7 ji aliyê mêrên pê re jiyan dikin, 3 ji aliyê mêrên dest jê berdabûn, 3 ji aliyê kurên xwe ve, 2 ji aliyê birayên xwe ve, 2 ji aliyên xizmên xwe ve hatin qetilkirin.

 30 ji jinan li cihên ku dibêjin bi ewleye li mal 7 jê li kolanan, 1 di erebeyê de, 1 li cihek tenha hatin qetilkirin. Di vê mehê de ji sedan 75’ê jina li malên xwe, sedan 74 ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin.