Li Til Rifatê êrîş: Yek jê zarok 2 kes jiyana xwe ji dest dan
Di encama topbarana dewleta Tirk ya li dijî bajarê Til Rifetê de yek jê zarok 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk bi çekên giran navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê-Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Hate zanîn ku di encama bombebaranê de yek jê zarok 2 kesan jiyan xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Ji kesên birîndar 4 kes rakirin nexweşxaneya Şehbayê.