Li Til Izêr merasîma peyîkerê Cîlanê

Ji jinên ciwanên Êzidî yên di pêvajoya fermanê de ketin destê çeteyên DAIŞ’ê û li rêyên xelasiya ji tarîtiya wan digeriyan Cîlan Berces demarên destê xwe birî û ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da. Ev helwesta Cîlanê di nava civaka Êzidî de pîroz hat dîtin û ji bo bîrdariya wê bi merasîmekê peyîkerê wê li Til Izêr danîn.

Şengal - Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, hemû giyanberên herêmê dan ber xwe û komkujiyên mezin kirin û bedenên bêcan di gorên komî de veşartin. Ji zarokên li ber pêsîra dayikan heta dayikên temen mezin rastî her cure hovitiyê hatin û bi hezaran jin di bin çerşefên reş de dest zincîrkirî li bazarên koleyan firotin, bi saxî hatin şewitandin, tevahî tiştên ku nayê hişê mirovan bi sere wan anîn. 
"Li hember tarîtiya DAIŞ’ê serîrakirina Cîlanê"
Yek ji keçên civanên wê demê ketî destê çeteyên DAIŞ’ê Cîlan Berces e. Dema ku DAIŞ dixwaze Cîlana dîlgirtî bibin ji emîrekê re Cîlan firsendekê dibîne û berî bikeve destê êrîşkarê tecawîzkar rayê destê xwe dibire û ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dide. Ji ber vê hewlesta xwe ya serhildêr a di rêya Dayê Gulê û gelek jinên dinê yên di dem û dewranên cuda de li hemberî tarîtiya pergala mêrê serdest a her pêvajo bi ruyek cuda êrîşî jinan dike û dixwaze ruyê xwe yê reş li ser wan bide ferzkirin helwesta jina bi cesaret nîşan dane û tarîtiya wan parçe kirine di nava civaka Êzidî de cihek cuda ji xwe re veqetandiye. Li navçeya Til Izêr a Şengalê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Eşîra Korkorka ve weke wefadariyekê peykerê Cîlan Berces hat çêkirin û duh êvarî bi merasîmekê hate deynan. Di merasîmê de Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), gelek oldar û mezinên civakê û gelê Şengalê amadebûn. 
"Cîlan jî di nav de ji malbata min 33 kes qetilkirin"
Di merasîmê de ji aliyê gelek sazî û dezgehan ve axaftin hatin kirin. Dayka Cîlanê ya ku ji mabata wê ya mezin û biçuk tev de 33 kes bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetil kirin jî di merasîmê de axivî.  Dayê Şemê Dêro di despêka gotinên xwe de xêrhatina tevahî amadevanan kir û got ku Cîlan netenê keça wê ye ew keça tevahî Êzidxanê ye û wiha axivî: “Di fermanê de pênc kur û du keçên min qetilkirin. Yek ji wan jî Cîlana min a li hemberî zilma wan cesaret nişanda û navê xwe di dîroka me de bi hêla ye. Piştî mermanê gelek malbatan navê zarokên xwe yên keç kirin Cîlan. Ez tevahî ciwanên Êzidî weke keç û kurên xwe dibinim. Raste ji malbata min 33 ferd bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetil kirin, lê ez bê xwidan nînim. Ev 7 sale ez xêra şehîdên Fermanê çêdikim, di van hemû zoriyan de civaka me ez bi tene nehiştime. Ew jî bi min re dibin arîkar û di xem û janên min de her li gel min bûne.”
"Helwesta Cîlanê ji bo me keçên Êzidîxanê mînake"
Samya Qasim ya ji Gundê Dugurê jî di derbarê merasîmê de axivî û got: “Ji ber fermana bi serê me Êzidî yan hatî em tev dil giranin. Helwesta Cîlanê ji bo me serbilindiyeke ku kirinên çeteyên hov nepejirand û bi birîna damarên destê xwe serî li bermberî wan hilda. Ji bo me civaka Êzidî sekna Cîlan û bi sedan jinên weke wê seknek pîroze û em keçên Êzidî ji bo we vîn bawerî û çelengiya wê ji xwe  re minak digirin. Di nava dîroka jina Êzidî de hertim jinên qehreman hebûne, îro jî jinên Êzidî bûne artêş û ji bo parastina civaka xwe bi erkên giran rabûne.”