Li Tehranê di 48 demjimêran de 84 hewldanên xwekuştinê!

Li Tehranê di navbera 16 û 17’ê Nîsanê de 84 hewldanên xwekuştinê çêbûn.

 
 Tahran – Li gorî raporên ku di çapemeniyê de hatin weşandinn, li Tehranê di nava 48 demjimêran de 84 hewldanên xwekuştinê çêbûne. 12 ji wan jiyana xwe ji dest dane û dermankirina 15 kesan berdewam dike. Hat destnîşankirin ku bûyerên din ên xwekuştinê li navçeyên cuda û di demjimêrên cuda de qewimîne, bûyerên xwekuştinê yên ku di 48 demjimêran de li bajêr bi dermanên narkotîk, çek û jehrê di rêza yekemîn de qewimîn, bandoreke mezin çêkir. 
Tê gotin ku yek ji sedemên zêdebûna xwekuştinên li bajêr bêkarî ye û hat destnîşakirin ku ew hejmar tenê ji beşeke ku di çapemeniyê de hatiye weşandin e.