Li Taîzê rojên çandî

Çalakiyên "Rojên Çanda Taîzê" de jin û ciwanan eleqeyek mezin nîşan dan. Di çalakiyê de her wiha pêşangehên hunerî û bernameyên perwerdeyê yên ku balê dikşînin ser bihêzkirina jinan û rola hunerê di pêşxistina civakî de hebûn.

RANÎA ABDULLAH

Yemen – Beşdarên "Rojên Çanda Taîzê" tekez kirin ku pêdivî bi piştgiriya hunerê û hêzdarkirina jin û ciwanan heye û banga zêdekirina veberhênanê di projeyên afirîner û dabînkirina qadên perwerdeyê de kirin. Beşdaran diyar kir ku ev yek dê tevgera çandî û pêşketina civakî teşwîq bike.

Çalakiyan di 21’ê Gulanê de, li Taîzê ku bajarekî li başûrê rojavayê Yemenê ye, dest pê kirin. Armanc ew bu ku pireke înteraktîf di navbera huner û aboriya afrîner de were avakirin. Ev rêxistin hevkariyek di navbera Rêxistina Pêşveçûn û Aştiyê ya Ciwanan a Nûjenkirinê, Rêxistina Hişyariyê ji bo Mîrat û Pêşveçûnê û Şîrketa Hilberîna Huner û Medyayê ya Alamî de bû, bi hevkariya Ofîsa Çandê ya bajêr.

Di çalakiyê de beşdariya zêde ya ji jin, ciwan, elîtên çandî, nûnerên saziyên dewletê û rêxistinên civaka sivîl hebû. Vê yekê eleqeya zêde ji bo piştgiriya tevgera çandî û xurtkirina rola wê di pêşketina civakî de nîşan dide.

Afirandina derfetên kar ji bo ciwanan

Di çalakiya ku jinan di rêvebirina projeyên çandî û pêşveçûnê de roleke pêşeng girtin, Rêvebera Projeya Kar a Ciwanan Meryem Semir, axaftina vekirinê kir. Semir bal kişand ser qadên hunerî û çandî di pêşxistina afrîneriyê û afirandina derfetên kar ên domdar ji bo ciwanan.

Armanca derfetên wekhev û edalet

Rêvebera projeya "Mîrat di Fîlmê de" Esma El-Şeybanî, diyar kir ku proje bi taybetî li ser hêzdarkirina keçan û zêdebûna beşdariya jinan disekine. Her wiha rave kir ku bi bernameyê 10 kesên ku di nav wan de 5 keçên xwedî bawernameyên medyayê û sêwirana grafîkî hebûn û 5 kesên xwedî pêdiviyên taybet, perwerde kirine.

Esma El-Şeybanî sedema vê hilbijartinê rave kir û got: "Di şerê deh salan de, gelek ciwanan li eniyên pêş jiyana xwe ji dest dan. Berevajî vê, keçan hewldanên mezin dane da ku jêhatiyên xwe bi pêş bixin û beşdarî hêza kar bibin. Armanca me ew e ku em derfetên wekhev û edaletê misoger bikin. Her kes xwedî kapasîteya hilberîn û bidestxistinê ye. Çalakiyên bi vî rengî kêfxweşî û baweriyê didin civakê, Taîzê ber bi aramî û bedewiyê ve dibin."

Di çalakiyê de pêşangeha dawî ya projeya "Anamel" jî hebû ku ji aliyê Rêxistina Hişyariyê ya ji bo Mîrat û Pêşveçûnê ve tê birêvebirin. Di pêşangehê de 30 tabloyên ku ji aliyê hunermendên mêr û jin ve hatine çêkirin hatin pêşandan.

Kêfxweşiya ji bedewiyê

Hunermend Lîna Muhammed a ku beşdarî pêşangehê bû, girîngiya vê ezmûnê tekez kir û got: “Me ev berhem piştî pêvajoyeke perwerdeya zor di demek kurt de çêkir. Di berhemên xwe de, min mijarên zarokatiyê, zehmetiyên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin, şer û hêviyê girtin dest. Pêşangehên wiha dihêlin ku civak nirxê hunerê hîs bike. Dema ku mirov ji bedewiyê kêfxweş dibin, tengezarî û nakokî kêm dibin.”

Vejîna çandî

Derhênera hunerî Nura Abdullah bi van gotinan girîngiya vê çalakiyê destnîşan dike: “Taîz demek dirêj ji çalakiyên wiha bêpar ma. Ji ber şer, hunermend bê piştgirî û perwerde bûn. Îro, organîzekirina çalakiyên wiha û eleqeya ku ji hunermendan re tê nîşandan şiyarbûnek mezin a çandî temsîl dike. Di heman demê de, ji bo ciwan û jinan derfetên kar diafirîne, hunerê vediguherîne çavkaniyek dahatê ya domdar.”

Nasname û mîrata Yemenê

Rojnamevan Ebrar Xalid el-Edîmî jî kêfxweşiya xwe ya beşdarbûna çalakiyê anî ziman û got: “Îro em li vir in da ku nasname û mîrata kûr a Yemenê pîroz bikin. Me atmosfereke bêhempa bi çalakiyên çandî û hunerî, bazarên kevneşopî û pêşandanên fîlman jiya. Van çalakiyan me birin kûrahiya Taîza kevnar û hişt ku em vî bajarê xweşik ê çandê çêtir fam bikin. Em hêvî dikin ku civak û sazî dê bêhtir eleqeyê nîşanî vî bajarê îlhambexş bidin. Taîz bi mîrata xwe ya dîrokî û çandî ya bêhempa, hêjayî piştgiriyê ye.”

Di çalakiyê de pêşangeha dawî ya projeya "Tecsîr" jî hebû. Di pêşangehê de 10 berhemên afirîner ên ji bo marqeyan hatine pêşxistin hatin nîşandan û sêwiraner bi 30 rêxistinên bazirganî re hatin cem hev. Wekî din, belgefîlmên "Unterrupted Trace" û "Return" wekî beşek ji projeya "Mîrat di Fîlmê de" hatin nîşandan.

Hat diyarkirin ku ev çalakî di bin bernameyeke alîkariyên çandî de ku ji hêla Ajansa Pêşxistina Karsaziyên Biçûk û Mîkro (SMEPS) ve bi hevkariya UNESCO’yê hatiye pêkanîn, hatine kirin. Bername beşek ji projeya "Karmendiya Ciwanan bi Riya Çand û Mîrateyê li Yemenê" ye ku ji hêla Yekîtiya Ewropayê ve tê fînansekirin û jin di bidestxistina van armancan de roleke girîng dilîzin.