Li Suweydayê xwepêşandan didomin

Jinên ku li Suweydayê beşdarî serhildana gel bûn, ji bo pêşerojek hîn baştir banga tevlibûnek xurtir kirin.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda- Xwepêşandanên gel ên ji roja 17’ê Tebaxa 2023’an ve li bajara Suweyda yê Sûriyeyê dest pê kirine, berdewam dikin. Xwepêşanderên ku duh li Qada Karamayê li hev civiyan, daxwazên xwe dubare kirin.

Yek ji jinên xwepêşandar Îlham Al-Hamad, wiha axivî: “Jin beşdarî tevgera gel bûn û bariyerên tirsê şikandin. Me bi çalakiyên xwe gendeliya di şîrketên avê de, qutbûna înternetê û medyaya sexte şermezar kir. Ez hemû jinên ji bo mafên xwe têdikoşin, silav dikim. Ez dixwazim ciwanên ji cih û warên xwe bûne, bigihîjin dayikên xwe û hemû girtî bên berdan. Divê ji bo pêşerojeke baştir hemû jin bikevin nava liv û tevgerê.

'Ger jin nebûna wê tevgerê berdewam nekira’

Yek ji jinên xwepêşandar Darîn Azzam jî anî ziman bi saya hebûna jinan û hewldanên dane destpêkirin, li qadan coş serwer e û wiha got: “Ger li vê qadê hebûna jinan nebûya, wê tevgerê berdewam nekira.”

'Xwepêşandan mezin dibin’

Tîjan Shalhoub jî bal kişand ku jin dikarin hemû tiştan bi dest bixin û wiha axivî: “Bi berxwedana ku di pêvajoya heft mehan de derket holê re, eşkere bû ku li vê cîhanê jin dikarin hemû tiştê bi ser bixin. Jinên Suweydayê di serhildana gel a hat destpêkirin de xwedî rolek girîng in. Bi beşdarbûna jinan re xwepêşandan mezin dibin.”