Li Suweydayê qada perwerde jî bû hedefa êrişan
Mamosteyên bajarê Suweydayê tekez kirin ku bajarê wan di warê zanîn û hînbûnê de yek ji bajarên herî serkeftî ye û gotin: “Teroran pergala perwerdeyê ya bajêr hedef girtin loma ji neçarî dibistan ji bo koçberan bûne strageh.”

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Di sala 2008'an de, bajarê Suweyda yê Sûriyeyê, weke bajarek xwe ji nexwendinê rizgarkirî ku hemû kesên wê xwendabûn hat regihandin û bû yekem bajarê Sûriyeyê ku gihîşt asta hişmendî û zanînê. Ev ne tenê hejmarek di raporek fermî de bû, nîşaneya çandeke kûr bû ku bawer dike perwerde bingeha hêz û rûmetê ye.
Di warê hînbûn û fêrbûnê de serkeftî bûye
Ev bajarê çiyayî di warê fêrbûn û çandê de serkeftî bû, bijîşk, endezyar, nivîskar û hunermend jê derketin. Jêhatiyên navdar ên zanîngehên Sûriyeyê hemû yên ji Suweydayê bûn. Pirtûkxaneyên wê tije pirtûk bûn, civînên wê qet bê nîqaşên rewşenbîrî nedibûn û niştecihên wê bi berdewamî di ezmûnên fermî de xelatên herî bilind bi dest dixistin.
Li ser xwendinê bandora êrîşan
Lê ev tablo piştî 13’ê Tîrmeha 2025’an guherî. Êrîşên xwînî û dorpêça aborî û siyasî, di warê perwerdeyê bû sedema windahiyên herî mezin. Dibistan veguherîn stargehan, pirtûkxane hatin şewitandin, xwendekar ji ezmûnan hatin dûrxistin û mamosteyan jiyana xwe ji dest dan.
Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, Suweyda paradokseke bi êş dijî. Bajarê ku berê di warê xwendin û nivîsandinê de pêşeng bû, niha bi azmûneke herî dijwar a dîroka xwe ya perwerde û çandî re rûbirû ye. Ew di nava şerekî li dijî zanîn û mirovahiyê de, ji bo parastina mafê perwerdeyê têdikoşe.
Pergala perwerdeyê bû hedefa êrişan
Mamoste Yara El-Şofî têkildarî rewşa perwerde û xwedina li bajêrê Suweydayê wiha got: “Tiştê ku me dît sosret bû. Dibistan veguherîn stargehan, mamosteyan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan û xwendekar ji ezmûnan an jî ji derfeta çûyîna dibistanê bêpar man. Armanc têkbirina perwerdeyê û xwendekaran bû. Encamên xwendekarên pola nehan, tevî daxuyaniyên wan ên li bajarên din nehatin ragihandin û xwendekarên pola sêyemîn ên dibistana navîn nikaribûn azmûnên xwe temam bikin. Rewşa zanîngehan jî xirab bû, ji ber ku hinek xwendekarên li derveyî bajêr rastî heqaretên nijadperestî, êrîşên fîzîkî û heta girtinên ji aliyê ewlehiya giştî ve hatini tenê ji ber ku li ser medyaya dîjîtal hevgirtina xwe bi malbatên xwe re diyar kirin.”
40 mamosteyan jiyana xwe ji dest dane
Ev krîz bi xwendekaran re sînordar nema. Perwerdeyê jî derbeyek wêranker xwar. Rêveberiya Perwerdeyê ya Suweydayê di demên dawî de ji ber windakirina nêzî 40 mamosteyan xemgîn bûye. Ev kêmbûna giran a karmendên mamostehiyê bi taybetî di mijarên zanistî û pisporiyên kêm de, telafîkirina windahiyên perwerdeyê dijwartir kiriye.
‘Perwerde ne luks e mafek e’
Yara El-Şofî da zanîn ku ruxmê her tiştî hê jî hêvî heye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê em rêbazên xwe ji nûve biafirînin. Em dikarin semîner û panelan li dar bixin da ku xwendekaran di komên biçûk de perwerde bikin û ji bo xwendekarên zanîngehê riyên bi ewle bibînin, da ku xwendekar bigihîjin cihên kêmtir xeternak ên li welatên cîran. Her wiha pêwistiya zarok û ciwanan bi piştevaniya derûnî heye. Ji bo me perwerde ne luks e, maf û pêdiviyek e.”
‘Pirtûkxaneya ku 5 hezar pirtûk tê de hebûn bi temamî şewitandin’
Mamosteya malnişîn Ebîr Ez El-Dîn wiha got: “Dibistanên me ji bo niştecihên koçber ên ji nêzî 36 gundan koçber bûne, veguherîne stargehan. Ders bi tevahî hatine rawestandin û xwendekarên lîsansê ji ezmûnan hatine dûrxistin. Heta li zanîngehên li derveyî bajêr jî xwendekar bi handan û nijadperestiyê re rûbirû dimînin. Pirtûkxaneyek ku 5 hezar pirtûk tê de hebûn bi tevahî şewitandin. Me bijîşk, endezyar, paramedik û xwendekarên muzîkê winda kirin. Diviyabû me di destpêka Îlonê de ji bo sala nû ya xwendinê amadekarî kiribûya lê wêrankirinê, sala me ya xwendinê têk bir. Suweyda her dem bajarê zanist, huner û exlaqê bû, îro em bûne bajarekî din ava felaketê de. Lê em bawer in ku xwendekarên me dê vegerin dibistanê û zanîn dê ji şer bihêztir bimîne.”
Bang li civak û rêxistinan
Civaka herêmî bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl dike ku alîkariya lezgîn peyda bikin, çi bi riya çêkirina dibistanan, dabînkirina pirtûk û materyalên perwerdeyê, çi jî bi pêşkêşkirina alîkarî û piştgiriya psîkolojîk be. Suweydayê her gav beşdarbûnek girîng di tevna zanistî û çandî ya Sûriyeyê de kiriye û windakirina wê windahiyek ji bo hemûyan e.