Li Suweydayê pêşandana ‘Jinên Sofoklîs’ berxwedana jinan nîşan dide
Beşdarên ‘Jinên Sofoklîs’ a li Suweydayê, tekez kirin ku jin bi rêya çîrokên yewnanî û bi berxwedana xwe ya li dijî zilmê, her dem bûye dengê ewil.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Li Şanoya Perwerdehiyê ya li Suweydayê pêşandana şanoyê hate lidarxistin. Pêşandan ji amadekirin û derhênanê Ziyad Kerbaç pêk tê û karek e ku pênc şanoyan tîne ba hev. Ew ronahiyê dide ser êşa jinê û berxwedana wê ya li dijî zilm û zordariyê. Ew, mînakên jinan ji dema Yewnanî tîne bîra mirov û wan bi rastiya hemdem, bar û astengiyên ku jin îro hildigire ve girêdide.
Pêşandana ‘Jinên Sofoklîs’, çîrokên jinên qesrê yên ku li dijî desthilatdariyê li ber xwe dane pêşkêş kir û armanc kir ku bêdengiya li ser binpêkirin û êşên jinan a di demên şer û komkujiyan de, bişkîne.
'Jin xwediya şiyana afirandinê ye'
Lîstikvan Riba Sunêh ku ji 9 saliya xwe ve di şanoyê de dixebite û îro 38 salî ye, diyar kir ku ligel xebata xwe wek rahênera werzîşê û hêza bedenî, amadebûna jinê di çalakiyên hunerî de û bi taybetî şanoyê nirx û girîngiyeke mezintir dide civakê. Riba destnîşan kir ku jin bi wan berpirsiyariyên malê û zextên jiyanê yên ku hildigire, xwediyê şiyana afirandin û dayînê ye. Riba got ku jin, di kesayeta xwe de hêz, dilovaniyê û şiyana bêhnfirehiyê digre hevgirtinê.
‘Rola jinên hemdem ne hindik e’
Lîstikvan Xulûd El-Misofî anî ziman ku pêşandana ‘Jinên Sofoklîs’, behsa jinên serayê yên yewnanî dike ku li dijî zordariyê bûne xwedî berxwedan û şoreşê. Xulûd da zanîn ku her çend jinên yewnanî di nivîsaran de xurttir xuya dikin jî, her çend hîn di asteke kêm de bandorê li ser biryaran dikin jî, rola jinên hemdem jî girîng e. Xulûd destnîşan kir ku kesayetên di pêşandanê de, berî serhildanê bi hovîtiyê re û bi bar û zextên giran ên ku jinên îro di jiyana xwe de hildigrin re rûbirû mane.
'Jin di dîrokê de dengê ewil bû'
Lîstikvan Liyan El-Miheysawî diyar kir ku pêşandana şanoyê ronahiyê dide ser rola jinê ya di daxwaza dadmendiyê de û destnîşan kir ku jin di dîrokê de li dijî zilmê dengê ewil bûye. Liyan balkişand ku kar dema borî bi îro re tîne ba hev da ku nîşan bide ku dengê jinê îro bi geşbûna hişmendiya civakî re zelaltir bûye. Liyan bang li gel kir ku girîngiyek mezintir bidin şanoyê û şano wek qadeke bingehîn a ji bo ragihandina dozên mirovî û gihandina dengê jinên ku zilmê dikşînin, pênase kir.