Li Suweydayê çalakî: Divê hesab bê pirsîn

Şêniyên Suweydayê yên li Qada Karama kom bûn binpêkirinên giran ên li ser sivîlan protesto kirin. Jinan daxwaza lêpirsînek navneteweyî ya serbixwe kirin da ku kesên berpirsiyarê sûcên li dijî xelkê bajêr hatine kirin werin cezakirin.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Jinên ku beşdarî xwepêşandanekê li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê bûn, bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kirin ku xelkê bajêr biparêzin, korîdorên mirovî vekin û sûcdar bêne darizandin.

Jinên Suweydayê careke din li Qada Karamayê kom bûn da ku binpêkirinên li dijî xelkê bajêr protesto bikin û lêpirsînek navneteweyî ya serbixwe ji bo darizandina kesên ku ji sûcên li dijî sivîlan berpirsiyar in, bixwazin.

Jinan pankartên ku êş û pabendbûna xwe bi rastiyê re nîşan didan hilgirtin: "Em sax mane, tenê rastî li cem me ye." Xwepêşanderan dirûşme qîr kirin û daxwaza derxistina komên çete yên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam ji gundên Suweydayê kirin. Destnîşan kirin ku baweriya xwe nadin komîsyona lêpirsînê ya girêdayî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û wê red kirin.

Jinên beşdarî çalakiyê bûnê helwest û bertekên xwe anîn ziman.

‘Çima ev cudakarî?’

Cîma el-Şair, di xwepêşandanê de hêrsa xwe ya li hember êrîşên ku ew rastî wan hatine anî ziman û got: "Çima ev cudakarî? Çima hûn dixwazin civaka Durzî were tunekirin? Me xwarina xwe bi wan re parve kir, û niha em di bin dorpêçê de ne, bê derman, bê ard. Em xwarinê naxwazin; em tenê sotemenî û ambulansan ji bo veguhestina birîndaran dixwazin."

Faten el-Şair jî got, "Meydana Rûmetê meydana rûmetdaran e. Em hatine vir da ku dorpêça li ser bajarê xwe û gelê xwe rakin. Em li vir in da ku dengê mirovên ku hatine kuştin û birçî mane bigihînin. Divê dengê me bigihîje rûmetdaran ên hemû bajarên Sûriyeyê. Piştî hilweşîna rejîmê, me li vê meydanê pîrozbahî kir û kêfxweşiya xwe bi kesên ji seranserê Sûriyeyê re parve kir. Lê niha wan pişta xwe dane me. Çima ev nefreta mezhebî? 14 salan me deriyên xwe ji her kesî re vekir, zarokên wan parastin û niha em bi xiyanetê têne tawanbarkirin. Em qet nebûn beşek ji tu normalîzasyonê, û em ê qet nebin. Me aştî pêşkêşî wan kesên ku li kêleka me rawestiyan kir. Em ê mîna daran bilind bisekinin, qet serê xwe netewînin.”

Banga ji bo Korîdoreke Mirovî

Ehlem Turabi daxwaza parastina navneteweyî li dijî kampanyayên paqijkirina etnîkî û hedefgirtina rasterast a civaka Durzî kir: "Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku rehên wê terorîst in, beşdarî komkujiyên li Suweydayê bû. Divê ew kesên ku berpirsiyarê tawanên tirsnak ên li dijî gelê Swêdayê ne - revandina 200 jinan, îşkence û kuştina keçên ciwan, tecawiz û kuştina zarokan, û şewitandina mal û milkê - werin darizandin. Ji bo rawestandina van binpêkirinên nemirovane û misogerkirina edaletê, tedbîrên lezgîn hewce ne.”