Li Sûriyeyê di Tebaxê de 10 kes bi bermahiyên şer mirin

Mayîn û bermahiyên şer ên ji şerê bi salan e li Sûriyeyê domiya man, gefê li jiyana sivîlan dixwin. Di meha Tebaxê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 19 kesên ku piraniya wan jin û zarok bûn jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Her çendî şer û pevçûnên li Sûriyeyê li gelek deveran bi dawî bûbin jî bermahiyên şer hê jî li ser erdên çandiniyê, li çolan û derdora gundan û li ser riyan belav bûne û niştecihan, bi taybetî zarokan, dixin xeterê.

Ji ber bermahiyên şer zarok jî di nav de deh mirovên sivîl mirin

Mayîn û bermahiyên şer li deverên cuda yên Sûriyeyê gefê li jiyana sivîlan dixwin. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji destpêka Tebaxê ve mirina 10 sivîlan ji ber mayîn û bermahiyên din ên şer belge kir. Di navbera wan de şeş mêr û çar zarok hene. Her wiha 19 kesên ku di navbera wan de 11 zarok û heşt mêr hebûn jî birîndar bûn.

Bûyer li seranserê bajarên Hesekê, Dêra Zorê, Hema, Îdlib, Humus, gundewarên Şamê, Deraa, Heleb û Quneytrayê qewimîn. Ji ber bermahiyên şer zêdetir zarok û şivan di xeterê de ne ji ber ku ew bi gelemperî li nava erdên çandiniyê, li çolan û li derdora gund û riyan digerin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê dubare kir ku divê rayedarên pêwendîdar berpirsyariya xwe ya parastina sivîlan bigrin ser xwe û bi lezgînî dest bi lêkolînên berfireh ên li deverên bi xeter bikin. Hat xwestin ku nemaze li deverên niştecihbûnê, li zeviyên çandiniyê, çêrgeh û li derdora riyan divê xebatên ji bo mayîn û teqemeniyên neteqiyayî werin kirin û cihê wan tesbît bikin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku divê bernameyên hişyariyê der barê xeterên bermahiyên şer de zêde bibin û hat gotin ku ev yek dê parastina sivîlan misoger bike û jiyan, ewlehî û azadiya tevgerê bêyî tirsa ji bermahiyên şer bigre bin temînatê.