Li Sûriyeyê di rojek de 9 kes mirin
SOHR’ê aşkera kir ku li Sûriyeyê di nav rojek de 9 kesan bi sedemên cur bi cur jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku li welêt di nav rojek de 9 kesan ji ber sedemên cur bi cir jiyana xwe ji dest dane. Li gor daxuyaniya SOHR’ê, li Kuçeya Qamişloya li Hesekê ciwanek bi hinceta ‘tolhildanê’ hat qetilkirin. Li Taxa Xiwêran a Hesekê zarokek, di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da. Li bejahiya Hesekê jinek, bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li Gundê Zeferaya Mezin a Îdlibê ji ber teqîna mayînê cotkarek jiyana xwe ji dest da. Li Helebê leşkerek ku endamê Tûgaya 62’yemîn e, di encama teqîna bermayiya roketek de jiyana xwe ji dest da.
Li bajaroka Misyafê ya Humusê ciwanek, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat qetilkirin.
Li herêma Kendisiyê ya li başûrê Lazkiyê, di encama nîqaşek navxweyî de 3 Elewî hatin kuştin.