Li Sûriyeyê di êrişa çeteyên çekdar de 7 kes mirin

Li deverên cûda yên Sûriyeyê di êrişên çeteyên çekdar de yek jê mamosteyê Enstîtuya Bilind a Lêkolînên Zanistî 7 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Hat zanîn ku çeteyên çekdar li deverên cûda yên Sûriyeyê êriş pêkanîne.

Duh, şêniyên bajarê Maaraba yê gundewarê Şamê, termê mamosteyê li Enstîtuya Bilind a Lêkolînên Zanistî Dr. Hesen Îbrahîm dît. Dr. Hesen Îbrahîm beriya 5 rojan htibû revandin.

Her wiha çekdarên nenas avêtine ser gundê Til Dehab ê rojhilatê Hemayê û 5 kes qetil kirin.

Li taxa El Mezraa ya li bajarê Humsê ciwanek ji aliyê çekdaran ve hat qetilkirin.

Li gorî  Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka îsal (2025) 233 kes (226 mêr, 6 jin û 1 zarok) li deverên curbicur ên Sûriyeyê hatin qetilkirin.