Li Sûriyeyê di du salan de 932 kes ji ber bermayiyên şer mirin

Li gorî daneyên SOHR’ê, di nava du salên borî de jin û zarok jî di nav de bi sedan kes ji ber bermayiyên şer mirine. Ev rewş, mezinahiya xeteriyê û pêwîstiya zêdekirina hewldanên paqijkirina mayînan nîşan dide.

Navenda Nûçeyan – Bermayiyên şer ên ku li herêmên curbecur ên Sûriyeyê belav bûne, hê jî gef li jiyana sivîlan dixwe. Mayîn, bermahiyên din ên teqemeniyê jin û zarok jî di nav de dibin sedema mirina sivîlan. 

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), ragihand ku ji 8’ê Kanûna 2024’an heta 14’ê Îlona 2026’an zarok û jin jî di nav de 932 kes ji ber teqîna mayîn, cebilxane û bermayiyên şer mirine. Hat ragihandin ku di encamê de 298 zarok û 57 jin bi sedan kes mirine. 

Di sala 2025’an de 192 zarok û 41 jin bi giştî 599 sivîl mirin 

SOHR’ê, da zanîn ku di navbera 8 û 31’ê Kanûna 2024’an de 12 zarok û 6 jin bi giştî 80 sivîl ji ber teqîna bermayiyên şer mirine û di sala 2025’an de 192 zarok û 41 jin bi giştî 599 sivîl mirine. Ev hejmar, bû hejmara herî bilind ku ji dema hilweşîna rejîmê vir ve hatiye tomarkirin. 

Her wiha SHOR’ê, ragihand ku ji destpêka vê salê û heta 14’ê Îlonê 94 zarok û 10 jin bi giştî 253 kes ji ber teqîna teqemenî û cebilxaneyên ku ji şer mane mirine. 

Zarok bi xetereyeke mezin re rûbirû ne 

Ev dane, nîşan didin ku xetera bermahiyên şer, piştî bidawîbûna pevçûnan ji holê ranabe û berevajî bi salan e gef li jiyana sivîlan dixwe. Bi taybetî herî zêde zarok bi xetereyeke mezin re rûbirû dimînin. 

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, bang li saziyên peywendîdar û rêxistinên navneteweyî kir ku hewildanên xwe yên ji bo tespîtkirin û paqijkirina mayîn û bermahiyên şer zêde bikin, deverên qirêj destnîşan bikin, nîşaneyên hişyariyê yên zelal bi cîh bikin û li ser xetereyan bernameyên hişyariyê li dar bixin. Hate destnîşankirin ku ev hewldanan wê bibe sedema pêşîgirtina mirina zêdetir mirovan.