Li Sûriyeyê binpêkirinên li dijî Elewiyan hate raporkirin

Li Sûriyeyê binpêkirin û qetlîamên ji aliyê cîhadîstên HTŞ’ê ve li dijî Elewiyan hat kirin, bi belgeyan hate raporkirin. Di raporê de ji bo berpirs hesab bidin bang li saziyên navnetewî hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Human Rights Watch (HRW), ‘Rêxistina Sûriyeyiyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê’ û ‘Arşîva Sûriyeyê’, ji helweşandina rejîma Baasê heta niha têkildarî binpêkirinên mafan û êrîşên ku Elewiyan dike hedef de raporek weşand. Di raporê de binpêkirinên wek înfaz, îşkence, texrîbata mal jî di nav de ku ji aliyê Heyet Tahrîr El-Şam a cîhadîst ve hatine kirin, hatin belgekirin.

Lêkolînera karûbarên Sûriyeyê ya Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) Hîbe Zeyadîn derbarê raporê de got: “Naskirina hikûmetê bi binpêkirinan gaveke ber bi pêş ve ye, lê nakeve xizmeta pêkanîna edaletê ya li hember berpirsên payebilind ên ku rê li ber van sûcan negrin û nesekinandine. Berdewama bêcezatiyê derî li ber zêdekirina kiryarên tundiyê û hovîtiyê vedike.”

 Di raporê de belge cih digrin

Li gorî raporê, bi destpêkirina 6’ê Adarê re hêzên rêveberiya demkî li tevahî herêmê dest bi kiryarên tundiyê kirin. Hêzên hikûmetê bi awayekî bingehîn li dijî civakên Elewî sûc pêk anîn. Ev sûc berfireh bûn û li ser bingeha nasnameyê hatin kirin. Encama rapora HRW’ê xwe dispêre girtina nerîna 100 qurbanî, çekdar û rojnamevanên şahidên bûyerê. Di heman demê de madeyên dîtbarî û bihîstinê li kêleka wêneyên peykê yên ji rastiya wan hatiye teyîdkirin di teyîdkirinê de hatin bikaranîn. Di wan de diyar dibe binpêkirin di dema di navbera 6 û 10’ê Adarê de li dijî 24 gund û bajarokan pêk hatiye.

Di raporê de wiha hat gotin: “Wezareta Parastinê roleke sereke ya şandina çekdaran û kordînekirina belavbûna wan de bi cih aniye. Tevî fermandariya leşkerî dizanî binpêkirinên din hatine kirin, lê çalakiyên xwe dewam dikir.”

Berpirsyariya asta berpirsên mezin tê paşguhkirin

Di 22’yê Tîrmehê de “Komîteya Lêpirsînê ya Niştimanî ya Sûriyeyê” ragihand ku herî kêm hezar û 426 kes hatine kuştin. Desthilata heyî ya Sûriyeyê 298 kesên tewanbar daye dadgehê. Lê di rapora xwe de behsa rola berpirsên mezin a di pêkanîna binpêkirina sûcan û hewldanan rêgirtina li ber wan nekiriye. Di mijara tolrakirina kesayete de zêde nirxandin hatibû kirin.

Sê rêxitisnan, bibîr xist ku komîsyonê berê jî qebûl kiriye ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve binpêkirin hatine jiyîn, diyar kir ku binçavkirinên kêf, serdegirtinên malan û êrîşên li ser bingehê nasnameyê li dijî Elewiyan li gundewarên Hums û Hama destpê kiriye, di meha Tîrmehê de belavî Suweydayê bûye. Li wê derê sivîlên Dûrzî di operasyonan de rastî înfazên kêf, talan û şewitandinê ku ji aliyê komên girêdayî wezareta karê hundir û parastinê ve hatine.

Di raporê de reformên avahîsaziyê hate pêşkêşkirin, hate diyarkirin ku divê edalet û tazmînat demildest bikeve meriyetê. Her wiha bang hate kirin ku şahid bên parastin û darizandinên adilane bên kirin. Her wiha hate xwestin ku mekanîzmayên navnetewî bikevin dewrê, ku reformên ewlehiyê bikevin meriyetê û ên ku di binpêkirinan de rol girtine ji kar bên girtin.