Li Sûriyeyê 50 kes bûn hedefa mayînan
SOHR’ê, ragihand ku 50 kesên ku di navbera wan de jin û zarok jî hebûn li deverên cuda yên Sûriyeyê bûne hedefa guleyên şaş û mayînan. Hat diyarkirin ku ev bûyer asta gefên rojane yên li dijî sivîlan nîşan didin.
Navenda Nûçeyan – Li herêmên cuda yên Sûriyeyê, kuştina mirovan bêserûber her diçe zêdetir dibin. Guleyên bêserûber û bermahiyên teqemenî yên şer her roj dibin sedema mirinê.
Mirina 50 kesan belge kir
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), mirina 50 kesên ku di navbera wan de du jin 14 zarok hebûn ragihand.
SOHR’ê di daxuyaniya 13’ê Mijdarê de, diyar kir ku êrîşên ji aliyê DAIŞ’ê ve tên kirin hê jî gefê li jiyana gel dixwin. Weke din, mayîn û bermahiyên teqemenî dibin sedema mirina, zarok û kesên ku vedigerin malên xwe.
Ji bo parastina sivîlan bang hat kirin
SOHR’ê tekez kir ku divê rayedar û saziyên pêwendîdar gavên ku pêşî li êrîşên deryasayî gulebaranên bêserûber bigrin bavêjin, dest bi xebatên paqijkirina mayîn û bermahiyên şer bikin. Her wiha banga lêpirsînek serbixwe ku şert û mercên van bûyeran ronî bikin, ji berpirsyaran hesab bixwazinû jiyana sivîlan biparêzin kir.