Li Sûdanê rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe

Bi nêzîkbûna yekemîn sala şerê li Sûdanê re, di nava wêrankirin û tundiya berdewam dike de rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê şerê ku di dîroka 15’ê Nîsana 2023’an de di navbera artêşê û Hêzên Pişgiriya Lezgîn dest pê kir, salek li pey hişt. Li gorî DYE’yê Sûdan “li ber xelayê ye” û şer û pevçûnên di sala ewil de berdewam dikin, bûye sedema mirina 12 hezar kesan û zêdetir ji 8.5 milyon kes li hundirê welat û 1.8 milyon kes jî li derveyî welat ji cih û warên xwe bûne.

Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Emerikayê Linda Thomas-Greenfield, duh 11’ê Nîsanê wiha got: “Dema ku nifûsa welat ber bi birçîbûnê ve diçe, kolera û sorik belav dibe û tundî dibe sedema mirina mirovan, cîhan astek mezin bêdeng maye û divê ev yek bê guhertin.” Linda Thomas-Greenfield, destnîşan kir ku tenê "ji sedî 5’ê” bangên mirovahî yên Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Sûdanê hate bicîhanîn.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî piştrast kir ku ji destpêka şer û pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Pişgiriya Lez vir ve zêdetirî 2 mîlyon kes welat terikandine û da zanîn ku ev hejmar zêdetir e. Her wiha berdevk, diyar kir ku zêdetirî 24 mîlyon mirov hewceyê alîkariya mirovî ne.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Mirovî, ji bo berfirehkirina operesyonên alîkariyê ya li welat çavkanî bên zêdekirin, saziyên alîkariyê bi awayekî lez alîkariya civakan bike û alîkariyên mirovî di demê de bên kirin, banga xebat meşandinê kir.