Li Sûdanê ji ber şer û lehiyan bi hezaran kes koçber dibin
Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, di rojên dawî de li Sûdanê, ji ber zêdebûna pevçûn û lehiyan nêzî 200 hezar kes neçar mane koç bikin. Rêxistinê hişyar kir ku krîza mirovî bandorê li 8.6 milyon mirovên bêwar dike.
Navenda Nûçeyan – Her ku tundiya li Sûdanê belav dibe û xizmetên bingehîn xirabtir dibin, jiyana kesên ku li deverên tu parastin tune ye dijîn di bin gefên berdewam de ye, êşên wan ên rojane dijwartir dibin.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê duh, ragihand ku li Sûdanê ji ber zêdebûna pevçûnan û lehiyên dijwar, nêzî 200 hezar kes neçar mane ji malên xwe derkevin û zexta mirovî ya li ser welat zêdetir kiriye.
Gelek kesan sînor derbas kirine
Rêxistinê ragihand ku li Sûdanê ji niha ve 8.6 milyon kesên ku di nava welat de koçber bûne hene û gelek kesan jî sînoran derbas kirine. Krîza mirovî ji ber pevçûnên berdewam û lehiyan xirabtir dibe.
Hişyarî hat kirin
Rêveberê Giştî yê rêxistinê Amy Pope, got ku li seranserê Sûdanê, malbat ji tundiyê direvin, mercên gihîştina av, kehrebe û tenduristiyê nemaye û niha bi barê zêde yê lehiyên mezin re rû bi rû ne. Amy Pope da zanîn ku heta tedbîrên lezgîn ji bo parastina sivîlan û vegerandina xizmetên bingehîn neyên girtin, dê0 êş mezintir û merc xirabtir bibin.
Her wiha diyar kir ku Sûdan bi yek ji krîzên koçberiyê yên herî mezin ên cîhanê re rû bi rû ye, ev yek bi bandorên ji ber şer çêbûne û hilweşandina binesaziyê, bi lehiyên ku radibin re rewşê girantir dike û bi hezaran malbatan ber bi sînorên wan ve dibe.
Amy Pope girîngiya pabendbûna bi dabînkirina alîkariya rizgarkirinê tekez kir û bal kişand ser pêwîstiya lezgîn a piştgiriyê got ku divê operasyonên mirovî beriya rewş xirabtir bibe dest pê bikin.