Li Sûdanê ji ber krîza ewlehiyê 5 hezar û 275 kesan koç kir

Ji ber krîza ewlehiyê ku li herêma Darfura Sûdanê kûrtir dibe, ji destpêka hefteyê ve 5 hezar û 275 kes neçar man koç bikin û piraniya wan li Çadê û Tawilaya Darfura Bakur penaber bûne.

Navenda Nûçeyan – Xirabûna rewşa ewlehiyê li eyaletên Darfura Bakur û Darfura Başûr a li rojavayê Sûdanê, bû sedem ku ji destpêka hefteyê ve 5 hezar û 275 kes koç bikin. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku piraniya malbatên koçber berê xwe dane Çadê û herêma Tawilayê ya li Darfura Bakur.

Li gor du daxuyaniyên cuda yên Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, li herêma Darfura Bakur zêdetir koçberî pêk hatiye. Tîmên li qadê tomar kirine ku di navbera roja Sêşem û Çarşemê de, 5 hezar û 035 kesan gundên Leyl, Bakabî û Wadî Ambarê (ku dikevin navçeya Umbaroyê) terk kirine. Beşeke mezin ji van malbatan derbasî aliyê din ê sînor, ango Çadê bûne. Ev pêla koçberiyê piştî bûyereke berê ya koçberiya bi zorê tê, ku di 6’ê Mijdarê de li herêmê hatibû ragihandin.

Her wiha li herêma Marshingê ya eyaleta Darfura Başûr, di navbera roja Duşem û Çarşemê de, 240 kes neçar man ji kampên cuda birevin. Rêxistinê da zanîn ku piraniya van malbatan çûne herêma Tawilayê ya li Darfura Bakur. Ev tevger, berdewamiya wê pêla koçberiyê ye ku Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê berê, di destpêka Mijdarê de ragihandibû. Rêxistinê di wê demê de dabû zanîn ku ji ber xerabûna rewşa ewlehiyê, hezar û 585 kes ji deverên cuda yên Darfura Başûr, bi taybetî ji Marshing, Nyala û Bile el-Şerîf reviyabûn.

RSF, piraniya Darfurê di bin kontrola xwe de digire

Li gorî rewşa heyî ya li qadê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) kontrola piraniya herêma Darfurê di destê xwe de digrin. Ev der, herêmeke ku ji pênc eyaletên ji 18 eyaletên Sûdanê pêk tê ye. Hin deverên sînorkirî yên li bakur û rojava di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Sûdanê (SAF) de mane. Artêş her wiha kontrola piraniya beşên din ên welêt, di nav de paytext Xartûm jî, di destê xwe de digre.

Rûbera giştî ya axa Sûdanê zêdetirî 1,8 milyon kîlomêtre çargoşe ye. Darfur nêzîkî pêncek ji vê axê pêk tîne. Piraniya mezin a nifûsa welêt ku tê payîn 53 milyon kes in, li deverên di bin kontrola artêşa Sûdanê de dijîn.

Ji dema destpêkirina pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û RSF’ê de di Nîsana 2023’yan de, bi deh hezaran kesan can dane û bi milyonan kes jî ji cih û warên xwe bûne an jî neçar mane ku li welatên din penaber bibin. Krîza ku li vî welatî diqewime, mîna yek ji krîzên mirovî yên herî giran ên li cîhanê tê hesibandin.