Li Sûdanê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 180

Wezareta Karên Derve ya Sûdanê ragihand ku hejmara kesên di êrîşa Hêzên Piştgiriya Lezgîn ya li Gundê Ved en-Nora girêdayî eyaleta Cezîrê ku dikeve aliyê navenda welat de jiyana xwe ji dest dane bû 180.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Karên Derve ya Sûdanê der barê êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn yên li ser gundê Ved en Nora girêdayî eyaleta Cezîrê ku dikeve aliyê navenda welat daxuyani da.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: "Qetlîama hovane ya ku ji aliyê mîlîsên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve li gundê Ved en Nora yê eyaleta Cezîrê pêk hat, zêdetirî 180 gundiyên bêçek di nav de zarok û jin jî hene jiyana xwe ji dest dan."

Di daxuyaniyê de asta qetlîamê weke komkujî hat pênasekirin û wiha berdevam kir: "Ev qetlîam dişibe komkujiyên sala 1994'an ku li Ruandayê pêk hat. Divê ev komkujî di nêrîna civaka navneteweyî ya li hemberî Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bibe xala werçerxê. Divê ew wek rêxistineke terorîst ku ji bo hemû mirovahiyê tehdîd e bê dîtin."

Zêdeyî 16 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Sûdanê piştî ku bi serhildana gel, desthilatdarî hilweşiya, bi beşdariya sivîlan hikumet hat avakirin. Artêşa ku li dijî vê hikumetê derbe kir, salek e di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de pevçûn didomin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di encama şer û pevçûnên li Sûdanê de, ku li cîhanê krîza herî mezin a koçberî û birçîbûnê rû da, zêdetirî 16 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Sûdanê 8,7 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûne, zêdetirî 25 mîlyon mirov hewcedarê alîkariyên mirovî ne.