Li Sûdanê di nava hefteyek de 46 hezar kes koçber bûn

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yebûyî (NY), ragihand ku li eyaleta Cezîra ya dikeve aliyên navendî yên Sûdanê, di encama pevçûnên zêde yên di hefteya borî de 46 hezar kes koçber bûne.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku desthilatdariya 30 salan a Omer El Beşîr bi serhildanên gel bi dawî bû, bi beşdariya sivîlan hikumetek hat avakirin. Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi hev re li dijî hikumetê derbe kirin û ji wê demê ve, 18 meh in pevçûn di navbera wan de didomin. Di encama pevçûnên li Sûdanê sal û nîv e didomin de 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 11 milyon kes jî koçber bûn.

 Di hefteyek de 46 hezar kes koçber bûn

Ofisa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku hefteya borî li eyeleta Cezîra navenda Sûdanê ji ber pêla zêde ya tundiya leşkerî 46 hezar kes koçber bûne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hefteya borî li eyaleta Cezîra tundî û êrîşên çekdarî yên leşkerî pêk hatin. Di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên çekdar gule li sivîlan reşandine, welatiyên li 30 gund û bajarokan dijîn jî rastî êrîşên fizîkî, heqaret û gefan hatine û ev rewş bûye sedem ku bi hezaran sivîl ji malên xwe derbikevin.

Destwerdana lezgîn pêwîst e

Di daxuyaniyê de her wiha hişyarî hat kirin ku destdirêjî û êrişên zayendî û mirin jî di nav de mirov bi gelek êrişan re rûbirû ne, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne. Tora Bijîjkên Sûdanê di 26’Cotmehê de ragihand ku di êrîşên HDK’ê yên li eyaleta Cezîrê ya li herêma navendî ya welat de 124 kesan jiyana xwe ji dest dane.