Li Sûdanê çeka şer: Destdirêjî – 2
Ji destpêka pevçûnên ku li paytexta Sûdanê Xartûm dest pêkiriye jin ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve weke amûrê şer tên bi karanîn. Jin bi revandin û zewaca bi zorê re rûbirû ne.

MÊRVET EBD EL-QADÊR
Sûdan – Piştî ku pevçûnên di nava artêşa Sûdanî û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de derbasî eyleta El-Cizîrê û gelek eylatên dîtir bû, kiryarên ser jinan zêdetir bû. Ev hêz bedena jinê ji xwe re weke amûrekê bikar tînîn û ew bi revandin, destdirêjî û zewaca bi zorê re rûbirû hiştin.
Li gor agahiyan li bajarê Derfûrê sûka firotina jinan hate vekirin ku jinan direvînin û li vê sûkê difroşin. Rapora navenda Afrîka ya Lêkolînên Aşîtî û Dadmendiyê jî sûka Derfûrê tespît kir ku tê de jin tên firotin. Her wiha jinên ku tên revandin jî ji aliyê malbetê ve fidyeyan dixwazin heya ku wan serbest bikin.
Li gor rapora Tora Jinan a Kevana Afrîkayê "SAIHA" 209 jin ji 236 jinan heya niha çarenûsa wan ne diyar e. Tê texmîn kirin ku hejmara jinên revandî ji vê bilançoyê zêdetir in ji ber ku malbet ji ber tirsa adetên civakê eşekre nakin ku jin û keçên wan hatine revandin.
'Çarenûsa pir jinan ne diyar e'
S. F çîroka xwe ya revandinê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve bi ajansa me re parve kir û got: "Ji bo serbestkirina min wan xwest birayê min xwe teslîmî wan bike. Hemû cureyên tundiyê ser min pêk anîn. Li zîndana ku ez lê dimam 17 jin bi sedemên cuda hatibûn dîl girtin û hin ji wan jî li pêşiya hemû jinan destdirêjî li ser dihatin kirin. Revandin li herêmên pevçûn her xwe berdewam dike. 4 hevalên min hatine revandin û heya niha çarenûsa wan nediyar e.”
'Bi zorê dihêlin jin zewacê û koletiya zayendî qebûl bikin'
Bijîşk û sekerterê jin û zarokan a Tevgera Dad û Wekheviyê ya Sûdanê hela Ebdulezîz El-Tahêr qala revandina jinan û bandorê wê ser derûniya wan kir û got: "Bi hezaran jin li Derfûrê di nava de jinên temen biçûk rastê tecewîzê hatine. Jinên ku bûne qurbanî jî bê piştevaniya zagonî û piştgiriya derûnî û civakî mane. Bi sedan jin hatine revandin û çarenûsa piraniyan heya niha ne diyar in. Hin jinên revandî jî bi zorê koletiya zayendî û zewaca bi zorê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve qebûlkirin e. Jinên ku koletî jî qebûl nekirin bi lêdan, êşkence û şewtandinê re rûbirû mane. Bi pêlên koçberiyê re jî tundiya ser jinan bi windabûna zagonan re zêde bûn. Divê piştgiriya zagonî ji jinan re li Derfûrê bên xurtir kirin û rola wan di avakirina aşîtiyê de pêş bixin."
Zewaca bi zorê çekan
Li ser malperên torên civakî li Sûdanên dîmenên leşkerên HeêZên Piştgiriya Lezgîn bi dara zorê bi jinan re û bi taybet bi jinên temen biçûk re dizewicin.
Ş. W. a 16 salî ku ji revandina ji bo zewacê rizgar bûye, dema ku em li navenda Hêvî ya Rizgariyan pê re dicivin, çîroka xwe ji ajansa me re wiha tîne ziman: "Dema ku vedigeriyam malê ji aliyê 4 leşkerên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatim revandin û hiş ji serê min birin. Armanc ji revandina min ew bû ku min bişînin rojavayî Sûdanê û li wir bi leşkerekî re min bidin zewcandin. Piştî ez karîbûm xwe ji wan rizgar bikim ez bi malbata xwe re ji gundê xwe koçber bûn ku carek din neyêm revandin. Niha li navneda Hêvî di warê derûnî de xwe tedawî û bi hêz dikim."
H. D ku ew jî li navneda Hêvî dimîne û tê dermankirin jî wiha qal dike: “Ji ber rewşa me ya xizanî me nikarîbû ji gundên xwe yên bajara Xartûm derkevin. Ji ber vê bi zorê û bi çekê leşkerekî gef li min xwer ku eger pê re nezewcim wê bav û xalê min bikuje. Ez neçar bûm bizewicim. Ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bûm rûbirû rastê tundî û lêdanê dihatim. Min ev rewş tehmûl nekir û reviyam. Min berê xwe da navneda Hêviyê ku xwe tedewî bikim."
'Revandin û zewaca bi zorê sûcek e'
Rêvebera Tora Jinan a Kevana Afrîkayê "SIHA" Hela El-Karêb qala sûc û kiryarên ku ser jinan li Derfûra Sûdanê dimeşînin kir û wiha got: "Zewac û revandina bi zorê yên ser jinan diqewim in, sûcek e. Li herêmên nakok ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve bi sedan jin bi revandinê re dimînin û gelek jî tên qetilkirin. Revandina bi zorê li Sûdanê gelek kevnare ku her li dijî jinên siyasetmedar û çalakvan tê qewimandin."