Li Sudanê alîkariyên lezgîn di xeterê de ne
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) hişyarî da ku alîkariyên li Sûdanê di bin xetereya qedandinê de ne û banga fînansmana lezgîn kir.
Navenda Nûçeyan — Krîza mirovî li Sûdanê bi zêdebûna koçberiyê û hilweşîna xizmetên bingehîn re kûrtir dibe. Kêmbûna dabînkirina materyal û pêdiviyên girîng, digel kêmbûna fînansmanê, xetereyên li ser jiyana sivîlan zêde dike û îhtîmala birçîbûna berfireh zêde dike.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) hişyarî da ku dibe ku alîkariyên di bin "Korîdora Hevbeş a Mirovî" de li Sûdanê di nav kêmtirî du hefteyan de biqedin. Bêyî fînansmana zêde, xetereya rawestandina operasyonên korîdorê heta dawiya salê heye.
Zêdetirî sed rêxistin bi korîdora mirovî ve girêdayî ne ji bo ku pêdiviyên stargeh, tiştên xwarin û paqijiyê radest bikin. Ji Tîrmeha 2023’an vir ve, korîdor kariye piştgirî bide 2.84 milyon kesên li herêmên cûda yên welêt.
Şert û mercên giran û zehmetiyên pevçûnê
Berdevka rêxistinê Zoe Brennan diyar kir ku di hawîrdorekê de ku pevçûn berdewam dikin û lehî û baranên giran di heman demê de diqewimin. Zoe got ku nebûna xaniyên guncaw ji bo 8.6 milyon kesên bêwar metirsiya wan a nexweşiyan, rûbirûbûna tundiya li ser bingeha zayendî, veqetandina malbatê û koçberbûna bi darê zorê, bi taybetî jî li wargehên qerebalix, zêde dike.
Brennan tekez kir ku windabûna kapasîteya xebitandinê ya korîdorê nikare bi lez were telafîkirin û ji nû ve avakirina wê dê biha û hêdî be, ji ber vê yekê fînansmana lezgîn pir girîng e.
Ji bo berdewamiya operasyonan pêwîsî bi fînansmanê heye
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ji bo ku korîdor herî kêm salekê bixebite, diyar dike ku hewceyî bi 15 milyon dolarî heye. Ev mîqdar dê piştgirî bide 305 hezar kesan. Bi 42 milyon dolar fînansmanê, çarçoveya operasyonan dikare were berfirehkirin da ku alîkariya lezgîn û jiyan-rizgarker ji bo heya milyonek kesan peyda bike.
Karbidestekî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ev pirsgirêk ne tenê bi domandina operasyonên korîdorê ve sînordar e, di heman demê de bi pîvana operasyonan û kapasîteya rêxistinên mirovî ji bo gihîştina kesên hewcedar ve jî têkildar e.
Krîza birçîbûnê dighîje asteke xeternak
Ev hişyarî çend roj piştî ku Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ragihand ku Sudan bi krîza birçîbûn û koçberiyê ya herî xirab a cîhanê re rûbirû ye, tê. Li gorî bernameyê, 20 milyon kes ji birçîbûn û koçberiyek xirab dikşînin û 14 milyon jî bêwar in. WFP’ê hişyar kir ku kêmbûna fînansmanê dikare di hefteyên pêş de bibe sedema astengiyên mezin ên operasyonên wê.