Li Sûdana 650 hezar penaber di xetereya birçîbûnê de ne
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku ji ber kêmbûna fînansmanê, zêdetirî 650 hezar penaberên li Sûdana Başûr wê di nava çend hefteyan de ji alîkariya xwarinê bêpar bimînin. Ev rewş sed hezaran kesan neçar dike ku an ji birçîbûnê bimirin an jî vegerin nava şer.
Navenda Nûçeyan – Li kampên koçberî û penaberiyê yên li Sûdana Başûr karesata mirovî roj bi roj mezintir dibe. Birçîbûn, kêmbûna giran a alîkariyan û xirabûna rewşa ewlehiyê jiyana bi sed hezaran sivîlan dixe xetereyê.
Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku ji ber kêmbûna fînansmanê, zêdetirî 650 hezar penaber û kesên bêwar li Sûdana Başûr dê di nava çend hefteyan de ji alîkariya xwarinê bêpar bimînin. Ev rewş dikare hin ji wan neçar bike ku ji bo lêgerîna alîkariyê vegerin Sûdana ku hîn jî şer û pevçûn lê berdewam dikin.
Krîza xwarinê gihîştiye asta bilind
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihandin ku Sûdana Başûr bi yek ji krîzên birçîbûnê yên herî giran ên cîhanê re rûbirû ye. Zêdetirî 7.8 milyon kes, yanî zêdetirî nîvê nifûsa vî welatî, ji bêewlehiya xwarinê ya akût dikişînin û 2.2 milyon zarok jî bi metirsiya kêmxwarinê re rûbirû ne.
Li gorî daneyên NY, Sûdana Başûr her hefte nêzî 3 hezar penaber û kesên vegeriyayî ji Sûdana cîran werdigire. Ev yek dibe sedema kûrbûna krîza mirovî ya ku di sala 2023’yan de bi komkujî, destdirêjî û birçîbûna bi zanebûn dest pê kiribû.
Kêmbûna fînansmanê gefê mezin dixwe
WFP û UNHCR diyar kirine ku eger fînansmana nû bi lezgînî neyê peyda kirin, dê alîkariya xwarinê bi tije nayê dayîn. Ji ber kêmbûna butçeyê, alîkariya xwarinê berê daketibû nîvê asta xwe ya normal û di vê pêvajoyê de bi hezaran malbatên ku herî zêde pêdiviya wan bi alîkariyê heye, di meha Îlonê de dê bi temamî bêalîkar bimînin.
Birçîbûn an vegera şer
Ev pêşketinên xeternak bi sed hezaran penaberên di nava kampên qerebalix de dihêlin ku an ji ber birçîbûnê bimirin an jî vegerin nava şer û qetlîaman. Pispor destnîşan dikin ku tenê bi çalakiya navneteweyî ya lezgîn û zêdekirina fînansmana mirovî dikare pêşî li vê karesata mezin a herêmî bigire.