Li Stenbolê qedexeyên 1’ê Gulanê bi dawî bûn

Li Stenbolê rêyên ku ji ber 1’ê Gulanê li trafîkê hatibûn girtin hatin vekirin.

Stenbol - Li Taksîma Stenbolê trafîka ku ji ber 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ji saetên serê sibê ve girtî bû, saet 16.00'an ve hat vekirin.

Bi rakirina bendavan re welatiyan dest bi ketina Qada Taksîmê kirin.