Li Stenbolê polîsan êrişî girseya ku ji bo 1’ê Gulanê kom bûn kirin

Li Stenbolê kesên ku xwestin ji xalên cuda ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê bikevin qada Taksîmê hatin derbkirin û binçavkirin. Li Saraçhaneyê polîsan bi guleyên plastîk û gaza îsotê êrişî girseyê kirin.

Stenbol- Kedkar û karkerên ku bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk (TDB) û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) hatin ba hev, ji bo ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin li Parka Saraçhaneyê kom bûn.

Guleyên plastîk û gazê bi kar anîn

Ketina qada kombûnê ya bi kortejan didome. Girse ji bo ku ber bi Taksîmê ve bimeşe hat ber sûrên Saraçxaneyê. Lê pêşiya sûrên li aliyê Taksîmê ji aliyê polîsan ve bi temamî hat girtin û TOMA hatin amadekirin. Li ser gengeşiyê Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu hat qadê. Çerkezoglu diyar kir ku dê bi komîteyê re hevdîtinê bike. Polîsan bi guleyên plastîk û gaza îsotê êrişî girseyê kirin.

Kedkarên ku li pêşiya barîkatan kom bûn dirûşmên ‘Veke veke barîkatan veke’, ‘Her der Taksîm her der berxwedan’, ‘ne ji bo karkeran ji patronan re barîkat’ bilind kirin. Li aliyê din hat zanîn ku sendîkayên DÎSK û KESK ku ji bo ber bi qada Taksîmê ve bimeşin li Saraçhaneyê kom bûn bi hinceta ewlehiyê dest ji meşa Taksîmê berdan. 

Kolan girtin

Li Stenbolê di saetên serê sibehê de hemû rêiyên ku dikevin qada Taksîmê hatin girtin. Destûr nayê dayîn wesayîd bikevin qadê werin parkkirin, konteynirên çopê jî hatin rakirin. Wesayîdên parkkirî li Taksîm, Şîşhane, Kabataş, Mecidiyekoy, Şişlî, Saraçhane, qada Beşîktaş û Dolmabahçeyê rakirin. Li Beşîktaş, Beyoglu, Şîşlî, Fatîh û Kadikoyê konteynirên çopê hatin rakirin, ji kevir û madeyên wiha hat paqijkirin. Li qadên ku tedbîr hatin girtin destûr nayê dayîn wesayîdên aydî şaredariyê û personel hebin.

Gelek kes hatin binçavkirin

Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Alinterî û Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Taksîmê pîroz bikin, li Okmeydaniya Şîşliyê kom bûn. Li kolanan dirûşmên “Taksîm a me ya dê her ya me be” û “Bijî Yekê Gulanê” olan didin û pankarta “Li dijî xizaniyê serî hilde, xwe birêxistin bike, Bijî 1’ê Gulanê” hat hilgirtin. Polîsan li gelek noqteyan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin. Hinek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.

Partîzan û Ciwanên Demokratên Nû (YDG) jî li pêşiya Nexweşxaneya Dev û Diran a li Okmeydaniyê kom bûn û meşek li dar xistin. Girseyê dirûşma “Her der Taksîm her der berxwedan” berz kirin û bi pankarta “Xwe birêxistin bike em cîhanê ji binî ve bihejînin” ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan. Polîsan êrişî meşvanan kirin.

Endamên Partiya Şoreşger jî xwest ji Okmeydaniyê ber bi Qada Taksîmê ve bimeşe û li noqteyên cuda kom bûn. Girse li noqteyên cuda tên gel hev û êrişên polîsan jî berdewam dikin.