Li Stenbolê ji 217 kesên hatibûn binçavkirin 182 kes serbest hatin berdan

Li Stenbolê ji 217 kesên duh hatibûn binçavkirin 182 kes serbest hatin berdan, 35 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan-Polîsan duh êrişî karker û kedkarên dixwestin bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bimeşin Taksîmê kirin. Di êrişan de gaz, guleyên plastîk û ava şid hate bikaranîn. Di êrişan de 217 kes hatin binçavkirin. 

Ji binçavkiriyan 182 jê piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan.  35 binçavkirî jî li ser fermana dozgeriyê sewqî edliyeyê hatin kirin.