Li Soranê jinek ciwan ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin
Li navçeya Soranê jineke ciwan a 15 salî ya xwendekar ji ber ku bi hevalên xwe re derket derve, ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.
Navenda Nûçeyan- Berdevkê polîsên rêveberiya pêşîlêgirtina tundîtujiya li hemberî jinan û malbatê Şêrwan Xalid da diyarkirin ku îro saet 03.00’yê ber bi sibehê ve, cenazeyê keçek gihandine nexweşxaneya lezgîn a Soranê. Jina ciwan a hatiye qetilkirin xwendekar bû, nişteciha taxa Şehîdan a Soranê bû, navê wê Y.E.M ye û di sala 2007’an de ji dayik bûye. Hat diyarkirin ku jina ciwan bi 7 guleyên li bedena wê ketine jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî nûçeya ku hatiye ragihandin, bavê kujer bi biryara dadgehê û li gorî qanûna benda 406 a zagona Iraqê hatiye binçavkirin û lêkolîn jî berdewam dike.
Li gorî agahiyên ku destpêkê Şêrwan Xalid daye, sedema vê hovîtiyê spartine derketina wê ya derve.