Li Siwîsre ji bo mamosta Zara Mihemedî çalakî hat li darxistin
Gelek Kurd û rêxistinên civaka sivîl li Siwîsre ji bo mamaostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî çalakî li darxistin.
Navenda Nuçeyan- Koma Hilvatiyapaltz a bajarê Zurîh ê Siwîsre ji bo mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî ya ji ber zarok fêrî zimanê Kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve dikir 5 sal sezayê girtîgehê lê hetiye birîn, çalakî li darxistin.
“Em bi xebata xwişka xwe Zara serbilindin”
Endamên malbata Zara Mihemedî jî bejdarî çalakiyê bûn. Xuşka Zara Mihemedî Kanî Mihemedî ya di çalakiyê de cihê xwe girt daxwaza azadkirina xwişka xwe Zara Mihemedî kir û da diyarkirin ku xuşka wê jiyana xwe hemû gorî fêrkirina zimanê Kurdî kiriye û got: “Ev 12 sale bê sekin perwerdeya fêrkirina zimanê Kurdî dida zarokan. Em gelek bi xebeta Zara serbilindin, divê Zara demildest were berdan.”
Elî Şîmşek jî li ser navê Ensitatuya zimanê Kurdî axivî û got: “Li her çar parçeyên Kurdistanê êrîş li ser ziman, çand û netewa Kurd dikin. Ji ber wê divê hemû Kurd li dijî êrîşan ziman, çand û etewa xwe bi parêzin.”
Piştî axaftinan çalakî bi gotina sitranên çandê bi dawî bû.