Li Sîstan û Belûcistanê krîza avê
Tevî sozên bi salan ên ji bo çareserkirina krîza avê li Sîstan û Belûcistanê, rastî hê jî berdewamiya pirsgirêkeke kronîk û berfireh nîşan dide. Pirsgirêkek ku bandorê li jiyana bi hezaran gundiyan dike.
Navenda Nûçeyan – Tevî sozên bi salan, pênaseyên pêşvebirinê û ragihandina gelek bernameyan ji bo başkirina rewşa gihandina avê, krîza gihîştina ava vexwarinê ya paqij li Sîstan û Belûcistanê wekî yek ji rûbirûbûnên herî giran ên binesaziyê ya li welat maye.
Amarên fermî yên herî nû nîşan didin ku beşeke berçav ji gundên vê parêzgehê hê jî ji ava domdar bêpar in û jiyana rojane ya niştecihên wan bi şêwazên demkî û biha yên dabînkirina avê ve girêdayî ye. Niha 930 gund hê jî ava xwe ya pêwîst bi rêya tankerên gerok werdigirin. Ev mijar, li gel bêparbûna zêdetirî 2 hezar gundên din ji tora ava vexwarinê ya domdar, pîvanên berfireh û kronîk ên vê krîzê eşkere dike û nîşan dide ku valahiya navbera sozên pêşvebirinê û rastiya jiyana mirovan li hin deveran hê jî kûr maye.
Bi sedan gund hê jî bi tankerên gihandina avê ve girêdayî ne
Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Av û Kanalîzasyonê ya Sîstan û Belûcistanê, bi şîrovekirina rewşa gihandina avê li vê parêzgehê ragihand ku niha 930 gund ji bo peydakirina ava xwe ya vexwarinê bi tankerên gerok ve girêdayî ne. Ev di demekê de ye ku gihîştina ava vexwarinê ya domdar yek ji hewcedariyên herî seretayî yên jiyanê û ji girîngtirîn nîşanderên pêşketinê tê hesibandin. Li gorî gotina wî, ji tevahiya 5 hezar û 577 gundên Sîstan û Belûcistanê, nêzîkî 3 hezar û 400 gund di bin sîwana xizmetguzariyên Kompanyaya Av û Kanalîzasyonê de ne û ji ava vexwarinê ya domdar sûd werdigrin. Ev amar nîşan dide ku beşeke berçav ji nifûsa gundewarî ya parêzgehê hê jî di warê gihîştina ava paqij û domdar de bi pirsgirêkên giran re rû bi rû ne.
Zêdetirî du hezar gund li derveyî sîwana ava domdar in
Lêkolîna amarên hatine ragihandin nîşan dide ku nêzîkî 2 hezar û 177 gund li Sîstan û Belûcistanê hê jî ji gihîştina tora ava vexwarinê ya domdar bêpar in. Beşek ji van gundan bi rêya tankerên gerok avê distînin û beşek din jî di warê peydakirina ava xwe ya pêwîst de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Pispor bawer dikin ku girêdayîbûna demdirêj bi tankerên avê re, tenê wekî çareseriyeke domdar ji bo dabînkirina avê nayê hesibandin, belkî di gelek rewşan de kalîte, mîqdar û berdewamiya gihîştina avê jî bi rûbirûbûnê re dihêle. Ev rewş bi taybetî di werzên germ ên salê de ku xerckirina avê zêde dibe, zexteke zêdetir li ser niştecihên deverên bêpar dike.
Sîstan û Belûcistan li eniya pêşîn a krîza avê ne
Sîstan û Belûcistan di salên borî de her tim yek ji parêzgehên herî nazik û xedar ên Îranê bûye di warê çavkaniyên avê de. Hişkesaliyên li pey hev, kêmkirina baranê, kêmbûna avên bin erdê, belavbûna berfireh a cihên niştecihbûna gundan û qelsiya binesaziyên veguhastin û depokirina avê, ji wan faktoran in ku krîza avê li vê parêzgehê girantir kirine. Gelek gundiyan li deverên cuda yên parêzgehê gelek caran gazinan ji kêmbûna avê, kalîteya neguncaw a ava vexwarinê, qutbûnên dubare û dûrahiya zêde ya heta çavkaniyên dabînkirina avê kirine. Li hin deveran jî, malbat neçar in beşeke berçav ji dahata xwe ji bo peydakirina ava pêwîst a jiyana rojane xerc bikin.
Av daxwaziyek e ku hê jî bêbersiv maye
Di demeki ku gihîştina ava vexwarinê ya paqij yek ji mafên seretayî yên welatiyan tê hesibandin di, berdewamiya bêparbûna bi hezaran gundan ji ava vexwarinê ya domdar, pirsên giran li ser pêvajoya pêşvebirina binesaziyan û şêwaza dabeşkirina derfetan li deverên bêpar ên welat derdixe pêş. Amarên fermî yên ku ji aliyê Kompanyaya Av û Kanalîzasyonê ya Sîstan û Belûcistanê ve hatine weşandin, nîşan didin ku tevî cîbicîkirina hin projeyên gihandina avê di salên dawî de, beşeke mezin ji niştecihên gundên vê parêzgehê hê jî li benda gihîştina domdar a yek ji hewcedariyên herî seretayî yên jiyanê ne. Bendewariyek ku li hin deveran bi salan e berdewam dike û hê jî asoyekî zelal ji bo bidawîbûna wê nayê dîtin.