Li Sineyê rojnamevan Jîna Modarres Gorjî ji girtîgehê derket
Aktîvîsta mafên jinan û rojnamevan Jîna Modarres Gorjî, îro piştî 16 mehan ji Girtîgeha Sine hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Aktîvîsta mafên jinan û rojnamevan Jîna Modarres Gorjî ku li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê girtî bû, îro ji Girtîgeha Sine hate berdan. 16 meh cezayê girtîgehê li Jîna Modarres Gorjî, hatibû birîn. Beriya niha daxwaza wê ya berdana bi kelemçeya elektronîkî, ji ber muxadeleya Midûriyeta Îstîxbarata Sine hatibû redkirin.
Rojnamevan Jîna Modarres Gorjî, destpêkê ji aliyê 1’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Sine ve, mehkûmê 21 sal cezayê girtîgehê û sirgûnkirina Hamedanê hatibû kirin. Lêbelê, 4’emîn Şaxa Dadgeha Îstînafê ya Sine, vê ceza daxist 26 mehan. Li gorî rêziknameyên qanûnî, ceza heta yekkirin û wek 16 meh cezayê girtîgehê tekez bû.
Li aliyê din, tê zanîn ku Jîna Modarres Gorjî di salên berê de jî gelek caran hatiye binçavkirin û rastî pêvajoyên darizandinê hatiye.