Li Sine jina ku dixwestin qetil bikin jiyana xwe ji dest da

Li Sine di 23’ê Çileyê de ku xwestin Nigîn Rostemî bi madeya şewatî qetil bikin, li nexweşxaneya ku lê tedawî didit jiyana xwe ji dest da.

Sine- Li gundê Salyas ya girêdayî bajarê Sine ya Îranê di sibeha 23’ê Çileyê de ji aliyê kesên nenas ve ku xwestin Nigîn Rostemî bi madeya şewatê qetilbikin. Li nexweşxaneya dewletê ya Sine ku tedawî didit jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku Nigîn Rostemî bi mêrê ku berê pêre zewicî hertim gefa mirinê lê dikir.