Li Sine hemşîre û xebatkarên nexweşxaneyê di grevê de ne

Hemşîre û xebatkarên ku 2 meh in nikarin mûçeyên xwe werbigirin û sîgorteyên wan nehatiye çêkirin, li Nexweşxaneya Sine dest bi grevê kirin.

Navenda Nûçeyan – Di berdewamiya xwepêşandanên li Îran û Rojhilat de, duh hemşîre û karmendên Nexweşxaneya Sine dest bi grevê kirin. Xebatkarên tenduristiyê yên li derdora nexweşxaneyê kom bûn, diyar kirin ku 2 meh in mûçeyên xwe nagirin, bertek nîşan dan.

Hemşîre û xebatkarên nexweşxaneyê diyar kirin ku bi mehan e sîgorta wan tune ye, diyar kirin ku ji ber vê sedemê nikarin ji xizmetên tenduristiyê sûd werbigirin. 

Xebatkarên nexweşxaneyê bal kişandin ser zêdebûna mûçeyê polîs û pasdarên rejîma Îranê û wiha gotin: “Lê belê ev 5 sal in bi qasî ku mûçeya me nehatiye zêdekirin û mûçeyên me di dema xwe de jî nayê dayîn. Heqê sîgorta me ya tenduristiyê nayê dayîn û em vê rewşê qebûl nakin.”