Li Silêmaniyê zarokek keç hate şewitandin

Li Silêmaniyê zaroka keç ya 17 salî ku ducani ye ji aliyê mêrê ku pê re zewicî hat şewitadin. Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya zaroka keç nebaş e.

Navenda Nûçeyan- Ji serê salê ve heta niha, 26 jin li başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin an jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Şeva 6’ê Gulanê zaroka keç ya17 salî bi awayekî şewitî rakirin nexweşxaneya şewatê ya bajarê Silêmaniyê. Li gorî gotinên bavê zaroka keç , ew ji aliyê mêrê ku pê re zewicî ve hatiye şewitandin û xwestiye wê qetil bike.

Hat ragihandin ku niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û rewşa wê ya tenduristiyê xirab e. Berdevkê polîsan ragihand ku  kiryar hatiye binçavkirin.

Li gorî gotinên bavê wê Ceza Cewher destnîşan kir ku keça wî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî ve hatiye şewitandin û armanca wî qetilkirina keça wî bû ye.

Berdevkê polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed der barê mijarê de ragihand bi lêkolîn û lêpirsînê kiryar girtine.