Li Silêmaniyê jinekê xweşewitand li Bexdayê jî jinek hat qetilkirin
Li Silêmaniyê dayika du zarokan Şîlan Hesen ji ber sedemên nayê zanîn agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da. Li Bexdayê jî jinek dewlemend di mala xwe de ji aliyê sê mêrên diz ve hat qetilkirin.
Navenda Nuçeyan- Dayika du zarokan Şîlan Hesen a sala 1981’an hatî dinê ji ber sedemên nayê zanîn li bajaroka Kelar a Silêmaniyê agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da. Rêveberê ragihandina rêveberiya pêşîlêgirtina tundîtujiya beramberî jinê û malbatan dan diyarkirin ku piştî Şîlan Hesen gihandin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Şehîd Hejar a Kelarê ji ber rêjeya zêde ya şewatê, rakirin nexweşxaneya bajarê Silêmanî û piştî dû rojan li nexweşxaneya Silêmanî jiyana xwe ji dest da. Li gora rapora bizîjk ji sedan 93’ê laşê wê şewitî bû.
Lêkolîn di derbarê bûyera Şîlan Hesen de berdewame.
Li Bexdayê jî jinek hat qetilkirin
Li Rojhilatê Bexda hêzên emnî cenazeyê jinekê dîtin. Li gorî lêkolîna ser cenaze hatî kirin hat hînbûn ku ji aliyê sê mêran ve hatiye kuştin û sê tewambar girtin. Li gorî zanyariyan tewanbar li xwe mukur hatine ku di mala wê de 87 milyon dinar hebû ji bo xwe bigihînin peran ew kuştine.
Tometbar li gora madeya 406’an ya yasaya Îraqê radestî dadgehê hatin kirin.