Li Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdehejê kampanya alîkariyê hat destpêkirin

Li Silêmaniyê gel ji bo mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin. Hemwelatiyan bang li gelê Kurd kir ku bi hev re bibin alîkar û li benda alîkariyên dewletan nemînin.

Silêmanî – Dûh li Dîlok û Mereşê dû erdhêjên li ser hev pêk hatin û li Tikiye, Kurdistanê bandorê li 10 bajaran kir. Her ku diçe bilançoya erdhejê girantir dibe, bi hezaran kes di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bi deh hezaran jî birîndar bûn.

Li Başûrê Kurdistanê ji bo alîkarikirina mexdûrên erdehejê kampaya alîkariyê hat destpê kirin. Li bajarê Silêmanî îro danê siharê kampanya komkirina alîkariyê li muzexaneya Nîştîmanî ya Emnesurek hat destpê kirin. Hemwelatî alîkariyan kom dikin û ji bo gihandina alîkarî û pêdawsitiyan banga yekitiyê kirin.

Banga yekgirtinê

Endama rêxistin Hûrazîn Soma Hesên diyarki ku ev kampanya ji bo alîkariya dabînkirina pêdawistiyên sereke yên weke xwarin, cilû berg, cihên razanê, pêdawistiyên zarokan û pêdawistiyên tendirûstiyê  ji bo mexdûrên erdehejê û wiha got: “Em daxwazê ji hemwelatiyan dikin ku destê alîkariyê dirêj bikin, em di wê baweriyê dene ev alîkariya ku em kom dikin, bigihin cihê pêwîst. Ji ber welatên din heta niha alîkarî ne ragihandine. Giringe ku Kurd bi xwe hevkariya hevdû bikin.”

Endama Tora Rêxistinên Silêmanî Şeyma Feredûn ya beşdarî kampanyaya komkirina alîkariyê bûye û destnîşan kir ku divê her Kurdek xwe ji bo alîkariyê berpirs bibîne û wiha got: “Her çend rewşa Kurdan ne destdayîye û di rewşa xirab ya aborî de ne, divê lê pêşiya me nebin asteng da ku em alîkariyê rêbikin cihên pêwîst. Divê hemû Kurd li gora hêza xwe alîkarî û piştgiriyê bikin.”

‘Divê em alîkariya hev bikin’

Endama Tora Rêxistinên Silêmanî û çalakvan Haje Salar derbarê komkirina alikariyê ya ji bo mexdûrên erdehejê de wiha got: “Kurd bi alîkarîkirina hevdû bi hêz dibe. Jin di hemû rewşan de xwedî rolek berçav e û divê em hemû alîkariya hev bikin.”