Li Silêmaniyê festîvala serê Sibatê dest pê kir

Ji bo derxistina hêza ciwan û jinan, li Silêmanî festîvala serê Sibatê destpê kir.

Silêmanî- Di 23’ê Çileyê de rêxistina baweriya ciwanan li kargeha Ciger a bajarê Silêmaniyê festîvala serê Sibatê ku wê şeş rojan berdewan bike, heta 28’ê Çileyê ji bo serlêdanan vekirî be. Di festîfalê de tabloyên karên şêwekarî, karên destan, aksesuar, xwarin, şirînahî û gelek tiştên din tê pêşandan, rojane ji serê sibehê heta 5’ê êvarê vekiriye. Gelek jinên destreng û komên cur be cur bi berhemên karên destên xwe beşdar bûn.

‘Divê ciwan girîngiyê bidin hêz û kêrhatiniyên xwe’

Serpereşta koma Xeyalî ya Jinan Sorwe Osman ku beşdarî festîvalê bûye bi karê nexş û çêkirina mûman beşdar bûye, wiha got: “Gelek ciwanên ku zanîngeh temam kirine hene, ev jî divê nebe astengî ji bo hêviyên wan, barovajî divê ciwan hêz û kêrhatiniyên xwe derbixin holê û bigihîjin armanca xwe. Her wiha hinek bi xwestekên xwe tayîn bûne lê naxwazin kar bikin, ji ber wê ciwan dikarin sûdê ji hêza xwe bigrin û girîngî bidin, lidarxistina festîvalên bi vî awayî dibe piştgiriyek ji ciwanan.”

‘Em sabûnan bi awayek Kurdewarî çêdikin’

Xende Xalid a 25 salî ku bi karên sabûnên navxweyî beşdarî festîfalê bûye û destnîşan kirin ku lidarxistina festîvalên bi vî awayî gelek girîng dibîne û wiha got: “Bikirên me li vê derê dikarin bi awayekî rasterast berheman bibînin û bikirin. Ez li mal karê xwe bi riya online didim nîşandan û ev festîval ji bo min fersendeke ku berhemên xwe rasterast nîşanî xelkê bidim. Karkirina jinan girîng e, ji ber niha divê jin derbikevin derve bi hêza xwe li ser lingên xwe bisekinin.”

Der barê sabûnên xwe de Xende wiha got: “Ez sabûnên xwe bi zeyta zeytûnên xwemalî çêdikim û tu madeyek kîmyewî tê de nîn e, ev ji bo zarokan jî tê bikaranîn û piraniya wan li Kurdistanê tên çêkirin.”