Li Silêmaniyê bi boneya 10’emîn salvegera şoreşa Rojava semîner hat dayîn
Nûnertiya Kongreya Star a Başûr, li bajarê Silêmaniyê bi beşdarbûna gelek jinên çalakvan, nûner û endamên rêxistinan ji bo 11’emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê semînerek li dar xist.
Silêmanî- Duh êvarê li Nûnertiya Kongreya Star a Başûr li ofîsa xwe ya Silêmaniyê bi boneya 11’emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19’ê Tîrmehê bi beşdarbûna jinên çalakvan, nûner û endamên rêxistinên jinan ên bajarê Silêmaniyê semînerek hat lidarxistin, di semînerê de behsa rol û pêşengiya jinan hat kirin.
Semînera ku gelek jinên çalakvan û nûner û endamên rêxistinan tê de amade bûn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre peyama Kongreya Star ji aliyê Silava Silêman ve hat xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Em dizanin sînor nikarin bandorê li ser dil û mejiyê me bikin. Hûn kesayet û jinên Kurdistanê ne, ji bo wê li her cihê ku êşek hebe dilê we diêşe. Li her cihî ku êrîş hebe hûn xwedî helwest in. Li her cihê ku berxwedan lê bi pêş bikeve hûn dengê têkoşînê bilind dikin. Ev jî helwestek neteweyî ye.”
“Di şoreşa “9’ê Tîrmehê de bingeha rêxistinbûna jinan hebû”
Piştre Nûnera Kongreya Star a başûrê Kurdistanê Lêman Şiwêş axivî û got: “Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de bingeha rêxistinbûna jinên Kurd hebû. Ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe şoreş li ser wê bingehê çêbû ku armanca wê serkeftina îradeya jinan û gelê Kurd bû. Cudahiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê li gel hemû şoreşên din ew e ku jin di şoreşa Rojava de nûnertiyê dikin. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinan bû. Li hemberî hêzeke tundrew wek DAIŞ’ê têkoşîn û berxwedaneke bêhempa hat meşandin. Ev yek jî bi îradeya jinên azad pêk hat. Yek ji serkeftinan jî rakêşana bala cîhanê ya ji bo têkoşîna jinên Kurd bû.”
Piştî axaftinan têkildarî têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê sînevîzyonek hat nîşandan û jinên tevli semînerê bûn jî pîrozbahî li nûnertiya Kongreya Star kirin.